28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pîşeyê kurtangêriyê bi mirinê re rû bi rû ye

Kurtangêr Fesîh Surmelî diyar kir ku ji ber wesayît derketine kes êdî zêde kera bi kar nayne. Ji ber bikirê vî karî tune nin, kes naxwaze vî karî bike jî. Bazara vî karî êdî nemaye

Gotineke pêşiyên kurdan heye, dibêje, “De vî, kurtanî ji vê avê re derbas bike”, yan jî, “Heke mirov ker be yên kurtanê li ser piştê bixin zehf in”. Nexwe di çanda kurdan de cihekî kurtanê heye ku weke biwêj, gotinên pêşiyan, meselok û hwd cih girtiye. Kurtan çi ye, kurtangêr çi dikin nifşên nû êdî vê pîşeyê nas nakin û ji bîr kirine. Pîşeya kurtangêriyê li Kurdistanê û li herêma Amedê mirov dikare bêje êdî bi dawîbûnê re rû bi rû ye.

Me weke rojname li Amedê kurtangêrek dît û ji bo rojnameya me re axivî. Fesîh Surmelî bi salan e vî karî dike, ji apê xwe ev pîşe girtiye. Mixabin ji ber ku kêm derfetan ji wî re peyda dike pir nerazîbûnên xwe tîne ziman. Fesîh Sûrmelî der barê pîşeyê xwe de wiha diaxive: “Ev 35 sal in ez vî karî dikim. Apê min ev kar dikir, mîn jî jê girtiye.”

Kurtangêrê kedkar ev 35 sal in vî karî dike lê der barê pêşeroja pîşeyê xwe de bi xemgînî diaxive: “Ji bilî min kes li navenda Amedê vî karî nake, ez tênê dikim, pê re mijûl dibim. Yanî li Amedê kesên vî karî dikin ez karim bijimêrim. Ez bejim li Licê yek maye, li Çêrmûkê  yek maye, li Erxeniyê yek maye, li derdorê Dicleyê çar dikan mane. Lê dema min nû dest bi vî karî kir tenê li navenda Amedê deh, yazdeh dikan hebûn. Beriya min jî nezî pêncî dikanî hebûn. Ku ez jî vî karî berdim wê li Amedê ev çand rabe.”

Bazara kurtanan bi keran dimeşe, ji ber ku ker êdî ji bo kar û barên gundiyan zêde nayên bikaranîn kurtan pir kêm tên bikaranîn û çêkirin. Fesîh Surmelî jî vê yekê tîne ziman û dibêje: “Ji ber wesayît derketine kes êdî zêde keran bi kar nayne. Ji ber bikirê vî karî tune nin, kes naxwaze vî karî bike jî. Ji hezar kesî ya pênc kesên distînin mane yan nemane. Berê em ji bo firotinê diçûn ji derveyî bajêr jî dianî, difirot lê niha yên em çêdikin jî nayên firotin, di destê me de dimînin. Hatiye wê astê ku êdî em nikarin pê debara xwe jî bikin.”

Kedkarê kurtangêr Surmelî diyar kir karê ku dikin tenê ji bo demekê xebata wê heye û wiha derbirî: “Ev kar sê, çar mehên havînê heye. Zivistana ji hebên em çê dikin, ji bo bifiroşin dibin li gundan digerînin. Gotineke pêşiyan heye dibêje, ‘çavên li deriya xwelî li seriya’. Ji neçarî ez vî karî dikim”.

Surmelî diyar kir ku kurtangêrî têra debara malbata wî nake gazinan ji rewşê dike û wiha dewam dike: “Ji ber ku debara min pê nabe ku karekî din hebûya min ev kar nedikir. Ya rastî ji ber ku ez bi salan e vî karî dikim naxwazim berdim jî lê nabe. Du kesên ku evkar dikirin mirine ji ber ku di nav toz û dûmanê de ye. Ji wan yekî  ku jiyana xwe ji dest da kesekî ermenî bû. Ez berê li cem wî dixebitîm. Ev karê niha ez dikim, mirî ye. Ji bo ez karibim debara xwe bikim, divê ez rojê yekî bifiroşim. Lê belê ez heftê yekî jî nafiroşim, ev jî pirsgirêk e. Berê rojê deh, pazdeh kes bi hev re ji bo kirînê diketin dikanê lê niha rojê yek jî nayê. Wisa daleqandî nedima çawa diqediya bikir li bendê bûn ku bistînin. Sê mehe in min çend heb çekirine hîn nehatine firotin. Piştî sê mehan were firotin jî êdî tu kar pê re namîne. Ez karim vê bejîm ku tu qiymeta keda destan nemaye. Kesê bi keda destan kar dike bêjim marangoz be, hesinkar be ku keda dest be qimet nemaye”.

Surmelî  ji rewşa debarê û aboriya ku ji kurtangêriyê dabînî dike gelek muzdaribe, gazinên xwe di pîleya herî jor de tîne ziman û bi vî awayî axaftina xwe bi dawî dike: “Êdî ev meslek qediya, nema. Palasa wî jinên gundan çedikirin. Em ji neçarî ji wan erzan dikirin. Çêkirina palasekî mehekî dide ber xwe. Ez bejim tenê dide 250 TL’yî. Em tev jî dizanin keda vî pir zêde ye divê ne bi ev qasî be, bihayê wî zahftir be. Em radibin wî, bi pereyekî bêqîmet distînin, ji ber wê kesê çêdike jî êdî naxwazê çêbike. Ji ber wê ev kar ber bi mirinê ve diçe. Berê rojê 10 heb palas dihatin. Ev şeş meh in min tenê du palas standine. Tu pere nagîhîje keda çekirinê. Tayê mû weke berê êdî nayê dirûn. Em niha bi tayê naylon çêdikin. Min ji Mersînê ben stand lê ev jî tê de naylon heye. Yê berê ji mû çêdikirin. Mû bi teşiyê dirêsandin, dikirin wekî ben. Berê me dirûtina kurtanan pê dikir lê niha tune. Erê ere xêr û bereketa berê nemaye.”