3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Elkê 7 kes hatin binçavkirin

Leşkeran di saetên serê sibê de li gundên Feraşîn, Wargundik û Melîxa bi ser gelek malan de girtin û 7 kes binçav kirin.

Leşkeran di saetên serê sibê de li gundên Feraşîn, Wargundik û Melîxa yên navçeya Elkê ya Şirnexê bi ser gelek malan de girtin û 7 kes binçav kirin. Di encama serdegirtinan de li gundê Feraşînê Fazil Aslan, li gundê Melîxa Şehmûs Aslan, kurên wî Mazlûm û Cûdî Aslan û birayê wî Hecer Aslan û li gundê Warkundik jî Kerem Abî û Şaban Abo hatin binçavkirin. Hate zanîn ku bi hinceta ku “şahidê nepen” îfade li ser wan daye, hatine binçavkirin û berdewama operasyona ku di 12’ê hezîranê li navçeya Elkê hatiye li dar xistine. Hate diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin dê piştî kontrola tenduristiyê bibin Şirnexê.

6 kes hatibûn girtin

Li navçeya Elkê ya Şirnexê di 12’ê hezîranê de jî tîmên taybet ên polîsan bi ser gelek malan de girtibûn. Di encama serdegirtina malan de Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeyê Zarîfe Borak û rêveberê HDP’ê yê navçeyê Emrah Yacan jî di nav de welatiyên bi navê Lokman Abî, Devrîm Abî, Mehmet Cîn, Saît Acar, Yûsûf Bor, Cemal Bor, Davût Borak û Nasrettîn Aşan hatibûn binçavkirin.

10 kesên binçavkirî piştî îfadeya li midûriyeta polîsan, sewqî Edliyeya Şirnexê hatibûn kirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê Emrah Yacan, Nasrettîn Aşan, Yûsûf Bor û Mehmet Cîn hatibûn berdan. Hevseroka HDP’ê ya navçeyê Zerîfe Borak, Lokman Abî, Davût Abî, Saît Acar, Devrîm Abî û Cemal Bor jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibûn kirin. Her 6 kes bi hinceta ku “şahidê nepen” îfade li ser wan daye, hatibûn girtin.