6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komxebata 100 saliya Lozanê li Silêmanî dest pê kir

Nûnertiya Kongreya Netewî ya Kurdistanê ya Başûr bi tevlêbûna gelek rewşenbîr, siyasetmedar û kesayetên naskirî li Hola Emnesûreke li ser 100 saliya Lozanê û çarenûsa Kurdan komxebatekê li dar dixe.

Li Hola Emnesûreke bi pêşengtiya Nûnertiya Kongreya Netewî ya Kurdistanê ya Başûr bi dirûşma ‘Di 100 Saliya Lozanê de, Kurd bi hev re jiyanê li Rojhilata Navîn dike çareserî’ komxebateke bi du panelan a bi tevlîbûna gelek rewşenbîr, siyasetmedar û kesayetên naskirî semînerekê li dar dixe.

Berî panel dest pê bike ji bo ruhê şad ê hemû şehîdên Kurdistanê deqîqeyek rêz hate girtin.

Panel ji du beşan pêk tê

Beşa yekem li ser ‘Venêrîneke Yasayî û Dîrokî Li Ser Lozanê’ ye.

Di beşa yekem de Prof.Dr. Şoreş Hesen li ser ‘Rehendên Hiqûqa pirsa Kurd li jêr siha peymana Lozanê de’,  Prof.Dr. Kamûran Mentik li ser ‘Venêrîneke din a li ser Lozanê’, Mamoste Sitem Kamîl jî li ser ‘Piştî Sedsal li dû Lozanê, Kurd li navbera derfet û nebûna stratejiyeke hevpar de.’  biaxivin.

Beşa duyem jî li ser ‘Encamên Siyasî yên Lozanê yên niha û siberojê’ be. Di vê beşê de jî Kardo Mihemed li ser ‘Stratejiya Netewî û Şêwazê Hikûmranî’, Bilêse Cebar Ferman li ser ‘Siyaseta Kurd Piştî Sedeyak ji Lozanê’, Dr. Cawîdan Kemal li ser ‘Projeya Kurd û Ezmûna Rojavayê Kurdistanê di Sedsaliya Lozanê de’wê biaxivin.