4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Salih Muslim: Em di rewşa parastinê de ne

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim der barê êrîşên dawî de wiha got: “Ev plana wan ji sala 2014’an ve heye, dewam dike. Planekê ji planên wan ên sereke jî Rojava ye. Bi avakirina hikûmeta şer re dest bi êrîşan kir.”

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, têkildarê êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûne, ji ANF’ê re axivî. Muslim anî ziman ku mirov her tiştî ji dewleta Tirk û hovîtiya wê hêvî dike û got: “Em ketine rewşa xweparastinê. Çi jî bibe em ê heta bi hetayê li ber xwe bidin. Bila baweriya gelê me bi xwe û hêza xwe hebe.”

‘Hikûmeta şer êrîşên xwe dewam dike’

Muslim diyar kir ku piştî hilbijartinê bi avabûna hikûmeta şer re, li planê têkbirinê hatiye dewamkirin û wiha got: “Me, beriya hilbijartinan bi çend mehan got. Dûrkirina dîktator, despotekî ji kursî bi rêyên adilane, di dîrokê de çênebûye. Mixabin pêşbîniya me rast derket. Em niha jî vê dibînin. Vê faşîzmê bi sextekarî û hîleyên bi her awayî cihê xwe qewîn kir. Ev plana wan ji sala 2014’an ve heye, dewam dike. Planekê ji planên wan ên sereke jî Rojava ye. Bi avakirina hikûmeta şer re dest bi êrîşan kir. Ji hilbijartinan ta bi niha êrîş nesekinîne. Dest bi pêkanîna êrîşên xwe yên bi her awayî yên neexlaqî ku di tu zagonan de cihê wan nîn e, li dijî her kesî kiriye. Li vir bi taybetî dixwazin Rêveberiya Xweser û Kurd ku hêza motor in tune bikin. Wan dest bi planê xwe kiriye. Tiştekê ji bo me biguhere nîn e. Em wekî gel jî em ê helbet li ber xwe bidin.”

‘Beriya Astanayê hêza xwe nîşan dide’

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim li ser êrîşên tên kirin jî rawestiya û wiha axivî: “Mirov ku li demê binihêre, dewleta Tirk dema hemû kirinên xwe bi taybetî hildibijêre. 21’ê Hezîranê wê civîneke bi çar aliyan li Astanayê çêbibe. Faşîzma Tirk, qey dixwaze bi kirinên xwe hêza xwe nîşan bide. Peyama ‘Ez ê van bikim. Heta dikarim li leşkerên Sûriyeyê jî bixim. Li hêzên Rûsyayê jî bixim’ dide. Armanca asas a dewleta Tirk ew e ku zirarê bide Rêveberiya Xweser. 21’ê Hezîranê wê li hev bicivin, wê bi hev re biryara çi bidin, em nizanin. Deng ji wan dernayê. Qey gotine bila qada hewayî bê vekirin, ne bi tenê drone lê bila balafirên şer jî li ser herême bifirin. Hikûmeta Tirk, dibêje ku jê re qada hewayî hatiye vekirin û bi rehetî êrîşan dike.”

‘Em ne bawerin ku Rûsya helwestê nîşan bide’

Muslim bal kişand bi ser helwesta li dijî êrîşan a Rûsya, Îran û Sûriyeyê û wiha pê de çû: “Rûsya, niha hewceyê Tirkiyeyê ye. Niha bi taybetî ji ber ambaroya rojava ya ku ji ber şerê Ûkraynayê li ser e, hewcedar e. Ev êdî mijareke navneteweyî ye. Çimkî aliyê qels kîjan be, wê derbeyê bixwe. Em texmîn nakin ku Rûsya tiştekî bike. Ji wê boneyê dikarin bi rehetî şantajê li me bikin. Ji ber ku gelek peyman hene di navbeyna wan de. Lewma dengê xwe nake. Rejîma Sûriyeyê jixwe ji xeynî gotinên Rûsya û Îranê tiştekî nake. Balkêş e ku kes dengê xwe ji êrîşên dijwar ên dewleta Tirk ên berpêyî herêmê re nake. 9 leşkerên rejîma Sûriyeyê hatine kuştin, kes dengê xwe nake. Rejîma Sûriyeyê peyama sersaxiyê jî ranagihîne. Jixwe Rûs û Îran jî tiştekî nabêjin.

Em pişta xwe didin gelê xwe, çare berxwedan e

Dibê qey her kesî qebûl kiriye ku wê Tirkiye êrîş bike. Balkêş e ku kes dengê xwe ji êrîşên ew qas dijwar re nake. Ew bibêjin çi, wê dikin û pêk tînin. Em binihêrin de ka wê encamên hevdîtina Astanayê çi bin? Ji lewma em xwe bi hêzên derve û helwestên wan ve girênadin. Lê baldar in. Em pişta xwe didin hêza xwe û birêxistinbûna gel. Em ê li ber xwe bidin, me tu çare nîn e.”

Danezana çareseriyê û darizandina endamên DAIŞ’ê

Muslim destnîşan kir ku hedefa asas a Rêveberiya Xweser û kurd in û armancên bi êrîşan wiha bi rêz kir: “Rêveberiya Xweser demeke kin berê ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê deklarasyonek ragihand. Tirkiye, ne ji bo Sûriyeyê çareseriyê dixwaze ne jî dixwazin kurd di nav de cih bigirin.  Her wiha da zanîn ku wê çeteyên DAIŞ’ê yên girtî wê Rêveberiya Xweser darizîne. Wê jî naxwaze. Çimkî ji serî ta bi niha, kirinên wan ên bi DAIŞ’ê û sûcên wan derbikevin holê. Di vê darizandinê de ku wê li ber çavên cîhanê bê kirin, hemû pîsîtiyên ku faşîzma Tirk kirine wê derbikevin holê. Vê naxwazin, ji lewma yekcar har dibin û li êrîşên xwe dewam bikin. Wê biçe, di kû de derbikeve, em jî nizanin.”

Vekşîna leşkerên tirk ji bakurê Sûriyeyê gav bi gav

Muslim da zanîn ku di serî de Idlib, tiştên li pêşiya Sûriyeyê ne pir hatine niqaşkirin û got: “Gelek şîrove tên kirin. Yek jê ew e ku Rûsya, Sûriye û Tirkiyeyê li hev kiriye. Tê behskirin ku wê hin derên Idlibê ji rejîmê re bihêlin û leşkerên tirk gav bi gav ji bakur vekişin, rêya M4’ê ya navbeyna Heleb û Lazkiyeyê bê vekirin. Dibe ku peymaneke wiha hebe. Xuya ye ku hin çeteyên li wir vê qebûl nakin. Rejîma Sûriyeyê, wê vê bide ber çavên xwe û bi wan re şer bike ya Tirkiyeyê çar sal bûn ku hewil dida bêdeng bike û vê bi şertan ve girê bide, lê pêk bîne, neyne ne diyar e. Wê çi bibe em nizanin lê bi peymaneke wiha pêşbînî tê kirin ku hemû hêzên li wir wê tev bigerin.”

‘Em ê heta dawî li ber xwe bidin’

Muslim, pirsa têkildarê îhtimala operasyonê ji bejahiyê ve ya bi ser herêmê ve wiha bersivand: “Her tişt ji dewleta Tirk û hovîtiya wê tê payîn. Du aliyên vê hene. Operasyon ji erdê ve bê kirin, em ê li ber xwe bidin. Lê xuya ye ku operasyona ji erdê ve zor e ku bidin ber çavên xwe. Çimkî em amade ne. Li Til Rifet, Şehba û Minbicê, hêzên Îranî û Rûs hene. Êrîşên dagirkeriyê ne ji xêra Îranê re ne. Lê li Astanayê wê destûra vê bide ya na, diyar bibe. Em pişta xwe nadin van. Em pişta xwe didin gelê xwe. Wekî din tiştek nîn e. Em ketine rewşa xweparastinê. Çi jî bibe em ê xwe biparêzin. Bila baweriya gelê me bi xwe û hêza xwe hebe. Dewleta Tirk bi drone û hwd., bi teknîka xwe dikare çend kesan bikuje lê nikare vîna gelê me bişikîne. Tirkiye ji erdê ve operasyon bike wê xera bibe. Hêzên me jî amade ne. Ji xeynî berxwedanê me tu rê nîn e. Wê her kes bi vê zanebûnê tevbigere.”

‘Banga ji bo parastina şoreşê’

Muslim anî ziman ku ji bo berdewambûna demokrasiyê hêvî bi tenê Şoreşa Rojava ye û wiha bang li raya demokratîk kir: “Hêzên demokratîk û yên dixwazin demokrasî hebe, eger bixwazin demokrasî li Rojhilata Navîn berfereh bibe, divê bi me re bibin piştgir. Çimkî hêvî bi tenê ev e. Tirkiye, Sûriye, Îran, li kû rejîmeke dîktator li dijî me dixebite. Em jî li ber xwe didin. Em hem hewil didin ku hebûna xwe hem jî pîvanên demokratîk, pîvanên mirovahiyê biparêzin. Bi ya min, heqê me ye ku em bixwazin ku ev bi me re bin û bi me re bibin piştgir. Em vê dixwazin û ev erka wan e. Heke vê nekin, me fikir ew e ku bi erka xwe ya mirovî ranabin.”