18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Girtîgeha Kirikkaleyê greva birçîbûnê

Li Girtîgeha Kirikkaleyê girtiyan li dijî zext, zordarî, neheqiyên li wan tên kirin û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê li dijî girtiyan zext, îşkence û êriş berdewam dikin. Girtiyên ku ji mafê xwe yên sereke û yê dermankirinê bêpar tên hiştin, di bin şert û mercên giran de têdikoşin. Hat ragihandin ku li Girtîgeha Kirikkaleyê ya Girtî ya Ewlehiya Bilind, girtî Baran Gul, Ridvan Kaya, Fîkret Erden, Serhat Erdencî, Îhsan Oral û Orhan Doral li dijî van binpêkirinan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirine.

Girtiyan bi rêya telefonê ji malbatên xwe re gotin ku heta ku dawî li van binpêkirinan neyê dê dest ji çalakiya xwe bernedin.

6 girtî di greva birçîbûnê de ne

Ji girtiyan Fîkret Erden ku piştî erdhejê ji Girtîgeha Turkoglu ya Mereşê sewqî Girtîgeha Kirikkaleyê hatiye kirin, roja çarşemê bi rêya telefonê ragihand ku ketine greva birçîbûnê. Dayika wî Sidika Erden xwest ku demildest daxwaziyên girtiyan bên qebûlkirin û wiha axivî: “Vê çarşemê çûyî kurê min li min geriya û got, ‘Em ketine greva birçîbûnê.’ Pêşiya niha jî ji me re digot, ‘zext li ser me hene, her roj davêjin ser me û me derb dikin.’ Ji ber vê ketine greva birçîbûnê. Nexweş in, seqet in û her roj li wan didin. Avê li ser wan qut dikin, xwarinê nadin wan. Tî û birçî dihêlin. Tiştek di destê wan de nemaye û tenê ev maye.”

‘Heta daxwazên wan pêk neyên dest jê bernadin’

Erden di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku dema ku parêzer jî çûne hevdîtinê girtî hatine derbkirin û got: “Dema ku parezer çûne hevdîtinê jî dengê girtiyan hatiye wan ku gardiyan ew derb kirine. Parezeran jî got, ‘li wan dixin, dengê qîrîna wan dihat.’ Her tim ji me re behsa van êrîşan dikirin, lê me digot xem nake. Ji roja ku kurê min sewqî Kirikkalê hatiye kirin heta niha di bin zordariyê de ye. Got, ’em niha 6 kes di greva birçîbûnê de ne. Heta ku daxwazên me neyên qebûlkirin û ev êrîş bi dawî nebin, em ê dev ji çalakiya xwe bernedin.'”

Bangawazî

Erden bang li hemû saziyên mafê mirovan kir ku ji bo vê tevbigerin û xwe li bêdengiyê daneynin û wiha got:” Banga min li tevahiya rêxistinên mafê mirovan heye ku xwe bêdeng nekin. Nexweş in, wan nabin ser bijîşkan û nayên tedawîkirin. Destê kurê min jixwe şikestî bû û hê nehatiye emeliyatkirin. Agahiya me jê tune ye, em nizanin ku rewşa wan çawa ye. Tenê em dengê wan dibihîzin. Divê demildest daxwazên wan pêk bînin. Yan bila wan berdin, yan jî bila daxwazên wan pêk bînin. Lê mixabin ne berdidin û ne jî daxwazên wan pêk tînin, wan hêdî hêdî dikujin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê