8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nomos

Di jiyana neteweyan, miletan de divê nomos bi berhem, nirx û kesayetên îkonîk xwe nû bike. Bi vî awayî nomosa nû hem fikr û qaydeyên berî xwe digire nav xwe û hem jî wan rojane dike, pê re jî bi form û naverokên nû ji wan derbas dike.

Peyva nomos ji namûsa aramîkî bi şiklê nomos derbasî zimanê grekî bûye û pê re jî bûye têgeheke sereke di lîteratura cîhanê de. Nomos qaydeyên nenivîskî ne, nerît û kevneşopiyên girêdêr in ji bo civakekê. Her wisa hiqûqa civakekê ya gelemperî bi sîstemeke çandî bi wê têgehê saz dibe û dîsa bi wê tê şîrovekirin. Nomos di civakekê de bi çanda dêrîn, bi dîn û baweriyan û bi bandora yasayên fermî saz dibe. Her wekî hemû qad û têkiliyên civakî, nomos ji bo ziman û edebiyata gelan jî rênîşander e. Gel li ser wê li hev dike û bi wê zimanê xwe û nirxên xwe yên edebî diparêze.

Di wêjeya cîhanê de nomos wekî tema bi awayekî têkilhev di gelek berhemên navdar de xuya dibe. Nomos di edebiyatê de wekî nakokiya daxwazên lehengan a bi edet û qaydeyên civakî derdikeve pêş me. Ew piranî tengejeyekê diyar dike, tengejeya navbera vîna takekesî ya ji bo azadiyê û astengiyên civakê. Romanên dystopîk ên wekî 1984 a G. Orwell, Brave New World a Aldous Huxley ku di wan de jiyana takekesan bi şert û mercên giran tê dorpêçkirin, romana navdar a Gabriel Garcia Marquez One Hundred Years of Solitude ku temaya kevneşopiyê, domana demê û qederê vediçirîne, romana Nathaniel Hawthorne The Scarlet Letter a ku tê de em dibin şahid bê ka jinek çawa normên zayendî yên civaka pûrîten a amerîkî bin pê dike û tûşî encamên wê yên giran dibe, romana To Kill a Mockingbird a Harper Lee ya ku rêgezên nijadperestiyê û tekoşîna li hember wê ji xwe re kiriye mijar tev nimûneyên serkeftî ne ku di çarçoveya nomosa edebî de hatine şîrovekirin.

Nomos ji bo edebiyata neteweyan fonksiyonên giring bi cih tîne. Berî her tiştî nasnameya çandî ya neteweyekê bi nomosê pênase dibe û bi vî awayî jî di edebiyata wê neteweyê de dibe xwedî temsîl û bi awayekî domdarî di berhemên nû de diyar dibe. Fonksiyoneke din a nomosê jî ew e ku pîvanan ji bo nirxandin û rexneya edebî datîne holê. Nivîskar, xwîner û rexnegir li dor nomosa edebî ya neteweyekê di ser zemîna teksta edebî de derdikevin rûyê hev. Nomos di edebiyatê de dibe domdariya dîrokî, dibe neynika rengîniya neteweyî û her wisa dibe sazker jî, her ku pîvan û rêgezên nû bi yên kevn diguheze.

Folklora kurdî û edebiyata kurdî ya klasîk bi nomosa xwe mane ji roja îro re. Bi dilekî rehet em  bibejin, Mem û Zîna Xanî wekî berhemeke estetîk û kanonîk nomosa edebiyata me ya klasîk e, lewre ew hem wekî berhem bûye mînak û pîvan û hem jî fikrên Xanî yên civakî, miletî bûne qaydeyên girêdêr û hişmendiyek ji kurdan re saz kiriye. Xanî bi Mem û Zînê ji rastiyên wekî parçebûn û bêtifaqiya kurdan, ji bê qudretiyê, ji prestîja nizm a kurdî û tercîha xwe ya bi kurdî, an ku ji helwesta xwe ya şexsî ya fedakar, nomosek afirand.

Nomos di şexsê Xanî de hem nakokiya hundir dinimîne, an ku helwesta şa’irê rexnegir ê ku dijberî bêtifaqî ye, dijberî nezanî û xayîntiyê ye destnîşan dike û hem jî peymana gel e li hember desthilatdarê derveyî. Rastiyên ku Xanî di Mem û Zînê de ew kirin bingeha rexneya xwe ya li civakê îro jî li rewşa kurdan û li rewşa zimanê wan kurdî tê. Lê heta kengê em ê bi tenê bi eqîdeya Mem û Zînê li hev bikin! Jixwe ev lihevkirin jî piçekî gumanbar e, lewre em geh wê dixin nav qalibê wê yên teng ê nimûneyeke mesnewiya dînî, geh dikin manîfestoyeke neteweperweriya pêşwext û pê şanmergî dibin.

Di jiyana neteweyan, miletan de divê nomos bi berhem, nirx û kesayetên îkonîk xwe nû bike. Bi vî awayî nomosa nû hem fikr û qaydeyên berî xwe digire nav xwe û hem jî wan rojane dike, pê re jî bi form û naverokên nû ji wan derbas dike. Îro ji bo edebiyat, ziman û hişmendiya kurdî ji hêla nomosê ve yan ku ji hêla qayde û pîvanan ve tevlihevî hene. Pêwîstî bi fikrên resen ên kurdewar û girêdêr heye, pêwîstî bi afirandina berhemên xwedî estetîkeke bilind û di asta cîhanê de heye-wekî Mem û Zînê an Dîwana Cizîrî- da ku kurdan neçar bike ku li hev bikin.

Pirseke di cih de ye ku em bipirsin bê ka di edebiyata kurdî ya nûjen de kîjan berhemê bi awayekî temaya nomosê ji xwe re kiriye nîvenga vegotinê û di çarçoveyeke edebî de wekî berhem bûye temsîla temayeke bi vî rengî yan jî bi temayekê, bi encameke temsîlî ew berhem kêm be jî bûye eqîdeyek ku em kurd li ser wê li hev bikin.

Li ser xîmê dijberiyan lihevkirinên nû saz dike nomos. Hem rewşa kurdan a tijî dijber û hem jî hewcehiya lihevkirinê şert û mercên avakirina nomosê bi xwe re çêdike. Lê çi di qada ziman û edebiyatê de û çi jî di hişmendiya neteweyî de îro kêmasiya nomosê xwe dide kifşê. Belkî jî li şûna wateya nomosê ya grekî, nomos bi giraniya barê namûsê ketiye nav hişê me û bi vê tirsê me xwe ji lêpirsînên bi vî rengî dûr girtiye.