17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Elkê hejmara binçavkiriyan gihişt 12 kesan

Li navçeya Elkê di serdegirtinên malan de endamên HDP'ê di nav de 12 kes hatin binçavkirin.

Li taxa Alî Çavuş û Meydanê yen girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê polîsên tîmên taybet di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin. Hate zanîn ku polîsan di lêgerînan de mal ser û bin kirine û her tişt belavkirine. Di encama serdegirtinan de Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeyê Zarîfe Borak û rêveberê HDP’ê yê navçeyê Emrah Yacan di nav de welatiyên bi navê Lokman Abi, Devrîm Abî, Mehmet Cîn, Saît Acar, Yûsûf Bor, Cemal Bor, Nevzat Borak, Davût Borak, Nasrettîn Aşan û keseke ku navê wî nehate zanîn hatine binçavkirin.

Hate diyarkirin ku 12 kes di çarçoveya lêpîrsîna ku Serdozgeriya Şirnexê daye destpêkirin de hatine binçavkirin. Kesên ku hatine binçavkirin anîn Şirnexê.

Her wiha li navçeya Cizîrê jî 15 kesên ku hatibûn binçavkirin îfade wergirtina wan li edliyeyê dest pê kir.