spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Beştaş: Qesrê fermana dewama girtinê da

Meral Daniş Beştaş têkildarî danişîna Hevşaredarê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli li ber deriyê Edliyê daxuyanî da û der barê biryara dadgehê de ev tişt anî ziman: “Îro dadgehê ne TCK’ê ne CMK’ê ne jî hiqûqa Navneteweyî nas kir û biryara dewama girtinê da.”

Danişîna doza Hevşaredarê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, ku ji kar hatibû girtin û ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû xerakirin li Amedê di 9’emîn Dadgeha cezayê Giran a Amedê de hat lidarxist. Piştî Dadgehê biryara dewama girtinê da, li ber deriyê Edliyeya Amedê daxuyaniyek hat dayîn.

Di daxuyaniyê de gelek nûnerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Çepên Kesk, nûnerên Dayikên Aştîyê, Nûnerên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek nûnerên sazî û dezgehan li wir amade bûn. Daxuyanî ji alî parlementera Partiya Çepên Kesk Meral Daniş Beşdaş ve hat xwendin.

Meral Daniş Beşdaş di daxuyaniya li ber deriyê Dadgeha Bilind ya Amedê de diyar kir ku dadgehê biryara dewama girtina Adnan Selçûk Mizrakli, daye û wiha got: “Dadgehê dîsa weke her car biryara xwe dewama dîlgirtinê da. Adnan Mizrakli bi vîneke mezin ji aliyê gelê Amedê ve wekî şaredarê bajarê Mezin ê Amedê hatibû hilbijartin û ew temsîla vîna vî gelî dike. Mizrakli di 21’ê cotmeha 2019’an de hatibû girtin. Tevî ku Mizrakli zêdeyî 4 salan e dîl tê girtin hê jî nehatiye berdan û hê jî vîna gelê Amedê tê xespkirin.  Qeyûm bi tayînkirinê li dewsa wî rûdinê. Em baş dizanin ku Mizrakli tu sûcek nekiriye, gelê Amedê jî vê yekê baş dizane û dozger jî zane ku ew bê sûc tê dîlgirtin.”

‘Heq hiqûq nay nasîn’

Beştaş di dewama axaftina xwe de bal kişand ser 65 şaredariyên ku di destê HDP’ê de bûn û çawa desthilatê qeyûm avêtin ser 59 şaredariyên wan û wiha got: “Ez dixwazim vî tiştî îfade bikim. Suleyman Soylû beriya demekê li xwe mikur hat ku wî û Erdoganbi hev re planên çawa kirine.  Beriya niha jî me dizanibû tayînkirina qeyûman di heq û hiqûqê cihê wê tune ye. Li Tirkiyeyê bi taybetî jî li bajarên kurdan dengên ku hatine dayîn nederbasdar in. Îro dîsa ev tişt hat jiyandin, ji 65 şaredariyên me 59 heb qeyûm li ser wan hatiye tayînkirin. Suleyman Soylû di hilbijartinê de, ne bi nezanî bi zanebûn ew daxuyanî, didan. Li Amed, Êlih, Sêrt, Wan, Mêrdîn û li gelek bajaran hîna jî li şûna şaredarên ku bi dengên gel hatibûn hilbijartin qeyûmên ku ji aliyê desthilatê ve hatine tayînkirin, rûdinin. Li Tirkiyeyê wêneyê herî berbiçav ev e ku tayînkirina qeyûman di tu maf, demokrasî, heq û hiqûqê de nayê nasîn.”

‘Biryara dewamiya girtinê dan’

Beştaş axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Selçûk Mizrakli du meh piştî tayînkirina qeyûm hat girtin, bi mehan gelê kurd li hember diziya qeyûman li ber xwe dan. Mizrakli dîsa li hember van hemû kiryaran ji Amedê derneket û di nava gelê xwe de bû, di nava çalakiyên protestokirina tayînkirina qeyûman de bû. Tevî ku Mizrakli zêdeyî 4 salan e di girtîgehê de ye lê dadgehê ew jî li ber çavan negirtiye. Îro dîsa dadgehê ne TCK’ê ne CMK’ê ne jî hiqûqa Navneteweyî nas kir û biryara dewama  girtinê da. Ji ber ku li Enqerê, qesrê wisa ferman daye. Me weke partî tu carî ji van kiryaran re negotiye erê û em ê tu carî jî serî netewînin. Piştî 10 mehan dîsa hilbijartinên herêmî hene, li dewsa ku ev hevşaredarên me li derve bin, di girtîgehê de dîl tên girtin.”