spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Servîsa karkeran ji kontrolê derket: Karkerekê jiyana xwe ji dest da

Di encama servîsa karkeran ji kontrolê derket de qezayek çêbû, di qezayê de karkerekê jiyana xwe ji dest da û 10 jî birîndar bûn. 

Li Bûlvara 11’ê Îlonê ya li navçeya Osmangazî ya Bûrsayê servîsa karkeran ji kontrolê derket û li otomobîla ji aliyê din ve dihat xist. Di encama qezaya di saetên serê sibê pêk hat de karkera bi navê Sîbel Demîr jiyana xwe ji dest da û 10 karker jî birîndar bûn.

Di qezayê de ajokarê otomobîla ji aliyê din ve dihat Volkan K. jî di wesayîta xwe ya tê de asê maye de birîndar bû. Birîndar birin nexweşxaneyên li derdorê, cenazeyê Sîbel Demîrê ya li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da jî bo otopsiyê rakirin morgê.