3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêxistinên mafên zarokan: Bila xebitandina zarokan bi dawî bibe

Rêxistinên mafên mirovan têkildarî "12’ê Hezîranê Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan a Cîhanê" daxuyanî da û xwest li dijî xebitandina zarokan divê plana çalakiya lezgîn bê kirin.

Îro “12’ê Hezîranê Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan a Cîhanê” ye. Rêxistinên mafên mirovan bi wesîleya rojê daxuyanî dan û bal kişand ser şert û mercên zarokên karker. Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku yên ku peymana naventeweyî ya mafên zarokan binpê dikin û nasepînin werin cezakirin.

Edene

Komîsyona Mafên Zarokan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Edeneyê têkildarî zarokên karkerên tên xebitandin li avahiya xwe daxuyanî da. Berdevka Komîsyonê Belgîn Işik daxuyanî xwend. Işikê da zanîn ku li gorî daneyên Meclisa Tenduristiya Karker û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) di sala 2022’yan de herî kêm 64 zarokên tên xebitandin jiyana xwe ji dest dane û li gorî daneyên UNICEF’ê jî li seranserî dinyayê ji 10 zarokan zarokek tê xebitandin.

Işikê ji bo zarok neyên xebitandin pêşniyaz kirin û xwest xebitandina zarokan bi dawî bibe.

Îzmîr

Baroya Îzmîrê jî têkildarî rojê xebitandina zarokan daxuyaniyeke nivîskî da û ji bo xebitandin ango zarokên karker bi dawî bibin ew bang li rayedaran dikin ku demildest plana çalakiya lezgîn ava bikin û bixin dewreyê. Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku yên ku peymana naventeweyî ya mafên zarokan binpê dikin û nasepînin divê werin cezakirin.

Amed

Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê jî der barê heman mijarê de li avahiya Baroyê civîna çapemeniyê li dar xist û gelek endamên baroyê tev lê bûn. Endama Navenda Mafên Zarokan Nûpelda Eren daxuyanî xwend. Eren di daxuyaniyê de bal kişand ser polîtîkayên ku zarokan bi zorê dide xebitandina û xwest dawî li polîtîkaya xebitandina zarokan bê anîn.