3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sîlvîo Berlusconî mir

Serokwezîrê Îtalyayê yê berê Silvio Berlusconi di 86 saliya xwe de mir.

Medyaya Îtalyayê ragihand ku Serokwezîrê Îtalyayê yê berê Berlusconî ku bi nexweşiya penceşêrê ketibû, li nexweşxaneyeke Mîlanoyê mir.

Gelek caran hat ragihandin ku dê Berlusconî ji siyasetê dûr bikeve lê di sala 2022’yan de ji nû ve weke senator hate hilbijartin. Tê gotin bi qasî 6,4 milyar euro serweta wî hebû û yek ji mezintirîn dewlemendên Îtalyayê bû. Berlusconî her tim bi skandalên weke “Bunga Bunga” û têkiliyên xwe yên bi jinan re di rojevê de bû.

Berlusconi hevalbendê serokê hikumetê yê rastgir Giorgia Melonî bû. Piştî dagirkirina Ukraynayê, bi daxuyaniyên xwe piştgirî da Rûsyayê û gelek caran Melonî xiste pozîsyoneke zehmet. Berlusconî, hevalê şexsî yê Vladîmîr Pûtîn e.