5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li ser riya Amed-Rihayê qezaya trafîkê qewimî

Li ser riya Amed û Rihayê qezaya trafîkê qewimî. Di qezayê de kesekî jiyana xwe ji dest da

Şevê din li ser riya di navbera Amed û Rihayê de kamyonekê li TIR’a bi plakaya 34 BAK 122 bacan lê barkirî da.  Hat zanîn ku TIR parkkirî bû û kamyonê ji pişt ve lê xistiye. Di qezayê de ajokarê kamyona ku plakaya wê nehat zanîn jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Cenazeyê ajokarê kamyonê asê mabû û ekîbên agirkujiyê ji wesayîtê derxistin. Welatiyên birîndar jî rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê.