spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê em ê li mala xwe nerûnin

Malbata Şenyaşar a têkoşîna xwe ya edaletê bênavber didomîne, di roja 812’emîn a Nobeta xwe ya Edaletê de ev peyam parve kir: “Heta ku edalet neyê em ê li mala xwe nerûnin.”

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 812’emîn de berdewam dike. Dayik û kurê wê ji ber çûn hevdîtina vekirî ya Fadil Şenyaşar ê 5 sal in di hucreya yek kesî de li Girtîgeha Xarpêtê tê ragirtin nehatin ber deriyê Edliyeya Rihayê.

Malbatê li ser hesabê xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Ji bo ku em ê biçin serdana birayê xwe Fadil Şenyaşar ê beriya 5 salan bi awayekî birîndar li nexweşxaneyê hate binçavkirin û di hucreya yek kesî ya li Girtîgeha Xarpêtê tê ragirtin, em ê li ber deriyê edliyeyê nebin. Heta ku edalet neyê em ê li mala xwe nerûnin.”