6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

TÛÎK: Bêkarî bû ji sedî 10,2

Li gorî TUÎK’ê bêkarî di meha nîsanê de derket ji sedî 10,2’yê.

Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TÛÎK),  “Îstatîstîkên Hêza Kar a Nîsana 2023’yan” parve kirın. TÛÎK’ê got ku li gorî nîsana par, di nîsana îsal de 75 hezar bêkarên nû li bêkarên bi ser 15 saliyê re de zêde bûne. Bi vê yekê re hejmara bêkaran bû 3 milyon û 585 kesan. Bêkarî, di meha nîsanê de ji sedî 0,1 zêde bû û rêjeya bêkariyê bû ji sedî 10,2.

Rêjeya jinan zêde ye

Li gorî daneyan, di nava jinan de bêkarî pir zêde ye. Di nava zilaman de bêkarî ji sedî 8,1 û di nava jinan de jî ji sedî 14,3 ye. Rêjeya îstîhdamê ya zilaman ji sedî 48,4 û ya jinan jî ji sedî 31,2 ye.

Bêkariya ciwanan ji sedî 19,1 e

Li gorî daneyan, 594 hezar kesan kar peyda kirin û rêjeya bêkariyê ya di nava ciwanên di navbera 15-24 saliyê de li gorî meheke berê ji sedî 1,2 kêm bû. Di nava nifûsa ciwan de rêjeya bêkariya bû ji sedî 19,1.