2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Kobanê êrîşa hewayî ya dewleta tirk

Dewleta tirk li ser rêya Kobanê - Helebê bi balafirên bêmirov êrîş kir û di êrîşê de motorsîklêtek ji xwe re kir hedef û bombebaran kir

Balafireke bêmirov a biçek a dewleta tirk saet di 11:00’an de motorsîklêtek kir hedef. Êrîş li ser rêya Helebê ya têketina başûr ê bajarê Kobanê pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê di êrîşê de welatiyên bi navên Mihemed Behcet Eyûb (25), Xebat Edhem (28) û Elaa Ebdurezzaq (22) birîndar bûne.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji herêmê dane, birîndar rakirine Nexweşxaneya Emel a li Kobanê û rewşa yekî ji wan giran e.

Ji aliyekî din ve ji duh êvarê de û heta îro serê sibehê bajarokê Til Rifet ê herêma Şehbayê ji alî dewleta tirk ve tê bombekirin. Li gorî agahiyên ajansa ANHA’yê bombebaranê îro jî berdewam kiriye.

Her wiha li Herêma Şehbayê li dijî wesayîteke artêşa Rûsyayê bi bombeyan êrîş hate kirin. Hat zanîn ku êriş di navbera gundên Herbel û Um El Hoşê de hatiye kirin. Têkildarî kuştî û birîndaran tu agahî nehatin bidestxistin.