spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Enqereyê di fabrîkaya roketan de teqîn çêbû

Hat ragihandin ku li Enqereyê di fabrîkaya roket û madeyên teqemeniyê de teqîn rû daye û mirî û birîndar hene.

Li fabrîkaya madeyên teqemenî û roketan a Saziya Endusriya Makîne û Kimyayê (MKE) ku li taxa Tatlica ya navçeya Elmadagi ya Enqereyê ye teqîn rû da. Dengê teqînê ji gelek cihan hat bihîstin. Piştî teqînê ji fabrîkayê duman hilkişiya.

Gelek ambulans, tîmên AFAD û agirkujiyê û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Li hundirê fabrîkayê xebata lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dike. Hat diyarkirin ku mirî û birîndar hene.

5 kes mirin
Wezareta Parastinê diyar kir ku di fabrîkaya Roket û Teqemeniyê ya MKE’yê de teqîn rû daye û ragihand ku di encama teqînê de 5 kesan jiyana xwe ji dest daye.