17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Erziromê 7 roj û 24 saetan kurdî qedexe ye

Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Bajarê Erziromê, bi tabeleyekê ragihand ku j bilî kurdî bi zimanê ingilîzî, almanî, erebî, rûsî, farisî, fransî 7 roj û 24 saetan di xizmetê de ye.

Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê ku beriya niha ji ber înkara kurdî gelek caran rexne lê hatibûn kirin û ji bo ku terka vê polîtîkayê bike bang lê hatibûn kirin, careke din zimanê kurdî înkar kir. Li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Bajarê Erziromê yê bakurê Kurdistanê ku bi sed hezaran kurd lê dijîn û di sala 2020’an de dest bi xizmeta tenduristiyê kiriye, cih neda kurdî.

Rêveberiya nexweşxaneyê, tabeleyeke li ber derê nexweşxaneyê çikandiye û li ser tabeleyê ev tişt nivîsandiye: “Bi zimanê ingilîzî, almanî, erebî, rûsî, farisî, fransî 7 roj û 24 saetan di xizmeta we de ye.” Weke tê dîtin li bajarê ku pîranî kurd lê dijîn agahî hatiye dayîn ku nexweşxane ji bilî zimanê kurdî bi zimanê ingilîzî, almanî, erebî, rûsî, farisî, fransî xizmetê dide.

Gelek kesan ev tabela li ser hesabên xwe yên medya sanal parve kirin û bertek nîşanî rewşê dan.