spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serdar Altan: Em ê rûmeta rojnamegeriyê biparêzin

Em ê li dijî vê gefa dixwazin me bi girtîgehan bitirsînin lê nizanin ku em ew rojnamegerên wêrek in û ev têkoşîna me jî hêz dide me. Ev rewş hin bêtir hêviya me mezintir dike.

Li gorî daneyên Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG), 87 rojnameger girtî ne û 10’ê Çile Roja Rojnamegerên Dixebitin li girtîgehan pêşwazî dikin. Ji rojnamegerên girtî 16 rojnamegerên kurd di 16’ê hezîrana 2022’yan de li Amedê hatibûn girtin û 9 rojnamegerên din ên kurd jî di 29’ê cotmeha 2022’yan de li Enqereyê hatibûn girtin.

Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezpotamya (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA’yê Bêrîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Denîz Nazlim, Emrullah Acar, Selman Guzelyuz û Hakan Yalçin û nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren, Oznûr Deger di 29’ê cotmehê de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hatibûn girtin û niha li Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê, têkildarî 10’ê Çile peyam şand.

Bê navber rojnamegerî

Peyama rojnamegeran wiha ye: “Wexta ky Tirkiye di nav wan welatên ku rojnamegewr herî zêde lê girtî ne, be nedibû ku endamên Çapemeniya Azad ji vê para yekê xwe negirin. Çapemeniya Azad di gelek heyaman de gelek caran bi zext û êrişan re rûbirû maye. Lê belê tu demê derketina ji şopdariya rastiyan tawîz nedaye û dest jê bernedaye. Em jî rojnameger in û em ê li ser şopa rasiyan berdewam bikin. Ji bo me rojnamegeran cudahiya cih û mekan nîn e. Em li ku dibin bila bibin, em ê her rojnamegeriyê bikin. Em ê her rûmeta pîşeya rojnamegeriyê biparêzin.”

Em weke roja berxwedanê pêşwazî dikin 

Hevserokê Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altanê ku li Girtîgeha Amedê ya Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan girtî ye, bi wesîleya 10’ê çileyê peyamek bi riya malbata xwe şand. Altan bi bîr xist ku rojnamegeran di sala 1962’an de bi têkoşîneke mezin a li dijî serdestan mafên xwe yên şexsî bi dest xistin û destnîşan kir ku mafên ji wê rojê û vir ve hatine bidestxistin hedef in. Altan da zanîn ku li gel êrişên li dijî mafên bi dest ketine, zext, binçavkirin, sansur û binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamegeran tu carî nesekinîne. Altan anî ziman ku ew 10’ê çileyê weke “roja berxwedanê” pêşwazî dikin û got: “Hikumet hemû hewldanan dike ku em rojnamegerên ku di rastiyê de israr dikin, nexebitin û rastiyan nenivisînin. Di salên 1990’an de bi qetilkirina xebatkarên Çapemeniya Azad xwestin bigihîjin armanca xwe. Li naverastên kuçe û cadeyan hevalên me hatin qetilkirin. Lê belê dema ku dîtin bi ser nakevin vê carê jî zilma darazê xistin dewrê. Ciyên ku em lê dixebitîn girtin. Dest danîn ser alavên me. Lê belê li dijî êrişan me gav paşde neavêt.”

Rojên pîrozbahiyê nêzik in 

Altan anî ziman ku ew bi 86 hevpîşeyên xwe re 10’ê çile di girtîgehan de pêşwazî dikin û got: “Em girtî bin jî têkoşîna me ya nivîsandina heqîqetê berdewam dike. Tevî her cûre zilm û zextan jî em ê nehêlin ku pênûsa rastiyan were şikandin. Em ê li dijî vê gefa dixwazin me bi girtîgehan bitirsînin lê nizanin ku em ew rojnamegerên wêrek in û ev têkoşîna me jî hêz dide me. Ev rewş hin bêtir hêviya me mezintir dike. Em hevgirtinê mezin bikin û rojên ku em ê 10’ê çile veguherînin ‘roja pîrozbahiyê’ nêzîk in. Ez 10’ê çile Roja Rojnamegerên Dixebitin li hemû hevpîşeyên xwe.”