4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Farqînê şûştina sîloyên genim dibin sedema nexweşiyê

Şêniyê navçeya Farqinê Mehmet Salîm Koganç gazincên xwe yên der barê paqijkirina sîloyên genim ên Kooperatîfê de anîn ziman û got: “Paqijkirina sîloyan bêhneke gelek nexweş li ser taxê belav dike. Ev behn dibe sedema nexweşiyê.”

Li navçeya Farqînê ya Amedê 8 sal in Kooperatîfa Cotkariyê û Qrediyê yên Tirkiyeyê hatiye avakirin. Li hewşa kooperatifê jî 4 sîloyên genim hatine avakirin. Di van sîloyan de zexîreyên wekî ceh, genim, nîsk, gilgil û nokan depo dikin. Her salê du caran van sîloyan dişon. Ji ber bi van sîloyan bi dermanên kîmyewî dişon, behnek pir genî û qirêj li der û dorê belav dike. Ev behn bi rojan li ser taxên navçeyê dimîne û naçe. Şêniyên taxê jî ji vê rewşa heyî gelek bi gazinc in. Şênî diyar dikin ku ev behn bandorek neyînî li ser tendirustiya wan dike. Şeniyên taxê gelek caran ji bo paqijiyê serî li şaredariyê jî dane. Lê heta niha tu encam negirtine.

Welatî Mehmet Salîm Koganç ku yek ji mexdûrê vê bêhnê ye, destnîşan kir ku wan wekî şêniyê taxê gelek caran ji bo vê bêhna xerab ku bi ser wan dikeve serlêdan kirine û wiha got: “8 sal in li taxa me Kooperatîfên Cotkariyê û Qrediyê yên Tirkiyeyê hatiye avakirin. Em ji avakirina wê gelek bi gazinc in. Çend roj berê her çar sîloyên genim şûştin. Bêhneke gelek xerab bi ser taxê ketiye û hê jî ev bêhn belav nebûye. Di malên me de nexweşên ji sedî 70-80 astengdar hene. Em nizanin ku em ê çawa bikin. Ev bêhna xerab çend roj in çav û difinên me gelek dişewitîne. Bû çend caran em diçin cihê xebata wan. Em nerazibûnên xwe tînin ziman. Lê mixabin dîsa li ser kêşeyê nasekinin. Du roj beriya niha çûm. Gotin ‘Em ê bên paqij bikin.’ Lê mixabin paşguh dikin. Ger wiha bidome em wekî şêniyên taxê dê li merciyên cuda gilî bikin.”

‘Şaredarî jî berpirsyar e’

Koganç da zanîn ku ew wekî taxê her sal vê rewşê dijîn û wiha axivî: “Şaredariya Farqînê jî ji vê rewşê xwe berpirsiyar nabîne. Ji ber ku ew bixwe jî ji vê rewşa heyî berpirsyarin li mixabin ew jî qet peywira xwe bi cih naînin.” 