3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Geverê operasyoneke leşkerî hate destpêkirin

Li navçeya Geverê, li gelek gund û zozanan operasyona leşkerî hat destpêkirin. Gundên Sorê û Zêvkan jî weke “Herêma ewlehiya taybet” hatin îlankirin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, li gelek gund, gundik û zozanan operasyona leşkerî hat destpêkirin. Her wiha li gundên Sorê û Zêvkan jî ji bo 15 rojan biryara “Herêma ewlehiya taybet” hat dayîn. Hat ragihandin ku ji duh êvarê ve hêzên leşkerî yên girêdayî Fermandariya Cendermeyan a Navçeya Geverê, sewqî her du gundan hatine kirin.

Gundên ku operasyonên li wan hatiye destpêkirin navê wan wiha ne; Tilorana Jor, Tilorana Jêr, Yêkmala Jêr, Pagê, Kuçe, Hirmin, Mitirban, Meşkan, Mûşan, Kendalok, Wargenima. Di çarçoveya operasyonê de bi 6 helîkopteran leşker danîn ser girên gundên ku operasyon lê wan hatiye destpêkirin. Li herêma operasyonê liv û tevgera helîkopterên şer ên bi tîpa Atak heye.

Operasyonê îro saet 05.00’an de dest pê kir.