5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan pitika rojnameger Zemo Aggoz jê veqetandin

Rojnameger Zemo Aggoz ku li Enqerê hat binçavkirin, pitika wê ya 45 rojî 4 saet birçî hat hiştin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê ve hat destpêkirin de li Enqere, Stenbol, Amed, Riha, Mêrdîn û Wanê polîsan bi ser malên nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) û JINNEWS’ê de girtin. Di serdegirtinan de polîsan gelek nûçegihan binçav kirin. Polîsan bi ser mala nûçegihana MA’yê Zemo Aggoz a li navçeya Keçîoren a Enqerê de jî girtin û tevî ku pitika wê ya 45 rojî heye jî ew binçav kirin û computer, tablet û telefona wê desteser kirin.

Piştî lêgerîna polisan Zemo Aggoz binçav kirin û nayê zanîn ku birine kîjan midûriyeta polîsan. Divê ku pitika Zemo herî dereng ji du saetan carekê were mijandin, lê heta niha nehatiye mijandin. Pitika wê tenê bi şîra dayika xwe tê xwedîkirin. Parêzerê Zemo ji bo pitika wê bê mijandin bi dozger re hevdîtin kir. Lê belê nehat zanîn ku Zemo birine ku û lewma ev çend saet in pitika wê birçî ye.