17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Hatayê dîsa erd hejiya û hêza wê 5 pile bû

LI gorî daneyên fermî yên AFAD’ê  û daxuyaniya gerînendeyê Giştî yê AFAD'ê Orhan Tatar, piştî HER DU erdhejên ku navenda wan Mereşê bû 8 hezar û 550 erdhejok çêbûne.

AFAD’ê daxuyand ku li navçeya Defneyê ya Hatayê bi pileya 5’an erdhejokek çêbûye û bajarên derdorên jî ew hîs kirine.

AFAD’ê daxuyand ku îro saet 18.53’yan de li navçeya Defne ya Hatayê bi pileya 5’an erdhej çêbûye. Di daxuyandiyê de hat diyarkirin ku erdhej 9,76 kîlometre di biniya erdê de çêbûye û li Hatay û bajarên derdorê jî hatiye hîskirin.

Hêjayî gotinê ye li gorî daneyên fermî yên AFAD’ê  û daxuyaniya gerînendeyê Giştî yê AFAD’ê Orhan Tatar, piştî erdhejên Mereşê 8 hezar û 550 erdhejok çêbûne.

Tatar diyar kir ku ev qas erdhej ancax di 4 mehan de çêbibin, lê li Mereşê di 17 rojan de çêbûne.  Her wiha Tatar destnîşan kir ku navçeya Gurunê ya Sêwazê jî wekî herêma karesatê hatiye îlankirin.