3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sûcdar wê sûc bike stûyê mutehîdan

Metîn Yaşa

Divê ev pergal were rûxandin weke erdhêja ku deh bajar rûxandin wisa were rûxandin, ne kêm ne jî zêde. Ji bo vê jî tişta bû sedema ev qas êş, elem, kul û janan gere were fêmkirin. Divê çawa were fêmkirin ji bo em careke din bi komkujiyeke wisa re rû bi rû nemînin divê rast were fêmkirin ev mijar  tişta herî girîng e. Ji vê wêdetir jiyanî ye. Bi rastî heger em dixwazin zarok bê dayîk û bav nemînin, heger em dixwazin dayik û bav bê zarok nemînin divê  ji binî ve ev pergal were rûxandin. eger nebe mirovahî wê  bi dijmirovahyê re rû bi rû bimîne.

Kesinê mirovhez wê encama vê erdhêjê ji bo xwe bikin derd û li gorî wê tevbigerin. bê şik erdhêj pêkhatineke xwezayî ye lê belê aqilê mirov wijdan û ehlaqê mirov dikare tevdîra wê bigire. Piştî erdhêjê ew hêstiyariya derkete holê heger were berdewamkirin wê pêşiya gelek êş, jan, kul û derdan bigire. Bi kurtasî bi qandî hestiyariya  ku derket holê ew qas aqilê xwe bi kar bînin êş û azarên vêga em dijîn ji sedî yekê wê jî em ê nejiyana.

Mirovahî derxist holê

Vê erdhejê bi qandî dij mirovî ew qasa jî mirovahî derxist holê. Dijmiroviyê mirov dikare bi vî rengî bi lêv bike, yek bêwijdanî dudu bêehlaqî sisê bizanebûn. Ji aliyê dîtir ve mirovahiyê jî xwe nîşan da.  Mirov bi vê yekê îftîxar dike şanaz û bextewar dibe, hêja ye mirov di her kêliya jiyana xwe de tevger û nêzîkatiya mirovane bi rêzdarî bi bîr bîne. Çi bûn ev nêzîkatî? Gel demildest ber bi avahiyên rûxandî ve meşiya na na nemeşiya bi lez û bez ber bi kesên ku di bin kavilên avahiyan de mabûn ve dibeziyan.

Di wê sar û sermaya kambax de. careke dîtir jî hate fêmkirin ku bajarê Amedê bi gund û navçeyên xwe dergûşa mirovahiyê ye. Bi nan û ava xwe bi hemû hêza xwe destê xwe dirêjî mexdûran kir. Ew roj navê însaniyetê lê navê Amedê zêde kir lê gel vê bi hemî wêrekiya xwe li qada bû û diqiriya bi ser sûcdaran ve. Lê sûcdaran ew girtin û kirin girtigehê lê ew neditirsiyan ji mêj ve têk biribûn tirsa sûcdaran, ne ji hefs û zîndanên wan ne jî ji lêdan û îşkenceyên wa lê sûcdar bi salan e van ceribandinan dike lê mixabin ev bêfeyde ye ev ne bi kêrî sûcdarê zalim tê ne jî yên bi zilmê re rû bi rû ne.

Xuya ye wê sûcdar jî sûc ji stûyê xwe derbixe û bike stûyê mutehîdan, bê şik û gûman ev rast e lê ji vê rastirîn jî heye ew jî ev e; pergala ku lêkirina  destûra van avahiyan da serkêşê ev qas xirabiyan pergela faşîzmê ye. Vê pergalê şexsiyetên li gorî xwe gihadine. Me got mutehîd û yên destûr dane wan lê karkerên ku betona wê rijandin , hesinê wê girê dan û hwd. ew jî şirîkê gunehê gunehkaran in. Bifikirin tevî ku pêşiya fikirandinê tu hêzek nikare bigire jî car jî mirov nikare bifikire.

Qatilê şehîdan!

Welatekî ku tê de bexşandina avahiyan hebe yanî efûya îmarê tu yê çawa bikaribî bifikirî zehmet e hem jî zor û zehmet e. Yanî asasê  avahiya baş nayê kolandin û kurkirin, hesin bi qandî hewcedare nayê bikaranîn, betona wî car jî wisa  hemî  tiştin nebaş û rizyayî têne efûkirin yanî weke mirov bibêje ey hesinê rizyayî ey betonê xirabe min te efû kir aha navê vê nêzîkatiyê; bêwijdanî, bêehlaqî û bizanebûn e. Heçî alîgirê madî yan manevî  kirin mala her kesî ava be. Lê alîkariya herî xweştirîn ew e ku dema destê rastê da destê çepê nebihîze û nebîne. De fermo em bi hev re li ser w bifikirin û li ser çêkirin û cihê avahî lê têne çêkirin ji bo careke din bila kezeba me neşewite seyda û meleyên me jî dibêjin kesên jiyana xwe di vê erdhêjê de dan şehîd in. Amena tu şik nîn e lê qatîlê van şehîdan jî divê em nas bikin û li gorî îmana xwe tevbigerin.

Nîşaneya komkujiya gelê kurd

Xalek dîtir jî heye lazim e mirov di ser re derbas nebe; ew jî nêzîkatî û agahdayînên şaş in, dibêjin artêşa tirk ji garnîzonên xwe derneket, ev agahî şaş e.

Gire gira firfirokan bû li asîmanê kevana zêrîn an jî bibereket. Bi ku ve diçûn nediyar bûn. Ez bibêjim bi ser gerîlayan de diçûn Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê wê tengezar bibe çimkî li gorî gotinên wî ji mêj ve ye qedandibû. Mixabin ev tê zanîn herî kêm zanyaran bi me daye fêmkirin bandora lihevxistina baskê perperokê di nav avahiyê rûxandî de tevî ku mirov bi fikar ji neçarî digere firandina firfirokên şer nîşaneya komkujiya gelê kurd e. Wijdan û exlaqê mirovatiyê ye.

Ji gelê xwe ji gelê cîranê xwe bi hêvî me ku wê ev hişmendiya baviksalarî mehkûmî têkçûnê ye. Dubare sebr û tehemûlê ji hemû gelê kurd û tirk re dixwazim û herî dawî kesên ku dixebitîn û medeyê wan ji xwarin û vexwarinê hatibû birîn bi hemû rêzdarî û hezkirina xwe, wan bi bîr tînim.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê