17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sancar: Heqîqeta gel piştevanî ye

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar û şandeya pê re serdana Semsûrê kirin û tev li belavkirina loqmeyê bûn. Ev çalakî li Komeleya Çandê ya Elewiyan a Şaxa Semsûrê pêk hat.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar serdana Semsûrê kir û destnîşan kir ku ji bilî hevgirtin û yekitiyê tu rêyek wan a din nîne û wiha got: “Yek ji cihê ku êş û xemek zêde lê heye Semsûr e. Bi her awayî xema li vî bajarî xwe radixe ber çavan. Berpirsê vê hilweşandinê îktidar e. Ji bo ku îktidar ji berpirsiyariya xwe direve serî li qedexeyan û sergirtina bûyeran dide. Îktidar li pey vê yekê ye û xelk jî li pey heqîqeta xwe ye. Gel heqîqetê dibîne. Îktidar dibêje ku wê bi sansûr, derew û qedexeyan ser heqîqetê veşêre lê belê ev hemû beyhude ne. Gelê me ji ber ku li pey heqîqetê ye bi her tiştî dizane û dibîne. Em dikarin jiyanê bi piştevaniyê xweştir bikin. Heqîqeqeta gel piştevanî ye.”

Sancar û şandeya pê re piştre serdana şîna ji bo Serokê Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal a Şaxa Semsûrê Zulfîkar Yilmaz hatiye danîn bû û sersaxiyê ji malbatê re xwestin. Sancar got ew ê pitşevaniya xwe berfireh bikin.