20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelo tîma taybet li Diyar Galaria li çi digere?

Tevgerên ne asayî li derdora kavilên Diyar Galaria tên kirin polîsan bi bariyeran dor lê girtiye û tîmek taybet ku ji Enqereyê hatiye di xebatên lêgerînê û rizgarkirinê de cih girtin

Navenda Kar a Diyar Galeria ku di erdhejê de du blokên wê hilweşiyan bi temamî tê hiwleşandin. Lê polîsan bi bariyeran dor lê girtiye û tîmek taybet di xebatên lêgerînê û rizgarkirinê de cih girtin. Bi dorpêçkirina avahiyê re gelek pirs tên bîra mirovan û tê gotin ku rêxistinên paramîlîter û yekîneyên îstîhbaratê li wir diman.

Di erdhejên ku navenda wê Mereş bû de Navenda Kar a Diyar Galeria ya Amedê ku ji 4 blokan pêk tê du blokên wê hilweşiyan. Niha jî her du blokên mayî bil ez û bez tê hilweşandin û kavilên wê ji holê tên rakirin.

Rewşeke awarte li wir heye

Ewlehiyek dorpêçkirî ku li derdora Galeria hatiye kirin li dora tu avahiyek din li Amedê hilweşiyaye nayê dîtin. Du bariyer li ber hev hatine danîn û polîs û leşkeran dor lê girtiye. Lê balkêşe ku xebatên lêgerînê û rizgarkirinê û niha jî hilweşandina her du blokan bi awayek awarte tê kirin. Nahêlin ku çapemenî nêz bibe û dîmen û wêneyan bi rehetî bigirin. Ev rewşa awarte û dorpêça li wir pirsa “çi tê veşartin û li çi digerin” tîne bîra mirov. Sekinandina leşkeran û kesên bi çekdar rewşa nepeniyê ango tiştek tê veşartin bêtir tiştên din tîne bîra mirov.

 Tîmên sivîl ji derdorê tên dûrxistin

Tîmên AFAD’ê û tîmên sivîl daxilî xebata rakirina kavilan hatin kirin. Lê balkêşe ku dema hejmara miriyan, birîndaran û hin eşya tên ber dest hemû tîmên AFAD’ê û sivîlan ji derdorê dûr dikin. Çi tiştên di avahiyê de tên dîtin di korîdora taliyê de tên derxistin ku kes nebîne û ev yek nepeniyê hin bêtir zêde dike.

 Tîmek taybet ji Enqerê hatiye  

Hat gotin ku tîmek taybet ji Enqereyê anîne ber Galeria û hin şahid dibêjin ku ji bo dîtina hin materyalên dîjîtal xebatek taybet hatiye kirin. Her wiha şahid dibêjin narîncok ango bombeyên destan ji kavilan hatiye derxistin.

Îdiaya rêxistinên veşarî

Gelek şahidên bûyerê jî îdia dikin ku Galeria wek “cihê rêxistinên paramîlîter û yekîneyên îstîhbaratê” hatiye bikaranîn. Gelek kesên li derdorê di navbera hev de diaxivin û dibêjin, “Li wir navenda rêxistinên paramîlîter heye. Yekîneyên îstîhbaratê û leşkeran hene. Belgeyên aydê gayrînîzama dewletê hene. Tîma MÎT’ê û sekvanan heye.”