Duh li rojavayê Mogolistan a Navîn ku dikeve bakurê Çînê, saet di 13:00 de madena komirê hilweşiya. Li gorî dîmenên kamerayên kolanan CCTV 4 kes mirin, 6 kes birîndar bûn û her wiha 49 kes jî hîn winda ne.
Tîmên rizgarkirinê yên ji sedan kesî ber bi herêmê ve hatin şandin. Şahidên bûyerê ji medya Çînê re axivîn û diyar kirin ku ji jorê gir, teht wergeriyan.
Karkerekî got: “Biryar hate dayin ku qad bê valakirin, lê êdî gelekî dereng bû. Gir bi temamî hilweşiya.” Têkildarî sedema hilweşînê lêpirsîn hate destpêkirin.