3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hooo Zêmarbêj

Agîd Yazar
Agîd Yazar
Di sala 1973'yan de li gundê Banqîrê bi ser navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bûye. Di sala 1997'an de li Mêrsînê di rojnameya Azadiya Welat de dest bi rojnamegeriya kurdî kiriye. Rojekê di xewna xwe de dibîne, di nava kevne-bajarekî dêrîn de, axa kendalekî dikole. Her ku axa kendêl vedixepirîne, qelemên her yek bi rengekî cûda, bi dest wî ve tê. Ew dem û ev çax, miqîm di nava kar û barên nivîs, lêkolînerî û geştiyariyê de ye, ne kêm ne zêde.

Hooo zêmarbêj! Zêmarekî bibêje. Bila heta niha nehatibe lorandin. Zêmara, çawa milyon dil dibe dilek. Zêmara, çawa dilek dibe milyon dil.

Hooo zêmarbêj! Zêmarekê bibêje. Bila hemû reng bibin rengê reş. Bila rengê reş bibe zincîreş.

Hooo zêmarbêj! Pêşiyan digot “xew, nîvê mirinê ye” Baş e, mirina di xew de îcar nîvê çi ye?

Hooo zêmarbêj! Ji xwe re lava bike ji xwedê. Bibêje, çima te ruhistîn ew çend şerpeze kir gidî!? Ne yekû dudu; tam deh bajar in. Bibêje hooo Xwedê! Çima tu bobelatên gotin jê re bê kîfayet in, bi ser me de dişîne lo!?

Deh sal berê, li Hatayê peykerê Keyayê Hatiyan/Hîtîtiyan ê bi navê Şûpîlîlûîma yê 2’yem hatibû dîtin. Ev keyayê Împeretoriya Hîtîta bi ezamet ê herî dawî bû. Zir-Împeretoriya Hîtîtiyan, bê navber piştî desthilatdariya 500 salan, di dewra vî keyayê bextreş de hildeweşe.

Di destekî Şûpîlîlûîma de serikê rimekê û di destê din de jî simbileke genim tê dîtin. Nola bibêje “bêyî çek û aborî, welatek li ser lingan namîne”

Gava meriv li çavên peykerê Şûpîlîlûîma yê 2’yem ê beloq dinêre, meriv matmayîneke nayê ravekirin tê de dibîne. Ev serê 3 hezar û 200 salan e ku Şûpîlîlûîma yê 2’yem, wanî bi awirên matmayî li dû bobelateke kesnedît dinere.

Her du çavên Şûpîlîlûîma yên beloq, nola cotek çalreş ên qozmîk, wanî miqîm jihevrevyayî manin seyr.

Serkatîbekî Hîtîtî yê Cimeta Pankûyê, vê rewşa kambax a Keya Şûpîlûlîûma tê de, di kevalekê de wiha dinivîse û li ber çavan radixîne: “Ez ê tenê zarok û malbata efendîyê xwe Şûpîlûlîûma bihefidînim. Her çiqas xelkê Hîtîtî pişta efendiyê min berda be jî lê heta ji min bê, ez ê ji efendiyê xwe re di rêzgirtinê de texsîr nekim û dev jê bernedim…”

Ev peykerê Şûpîlîlûîma, niha di muzexaneya Hetayê de tê hefidandin. Jixwe Hetayê jî, navê xwe ji navê Hatî/Hîtît wergirtiye. Ango ev bajarê dêrîn, ev serê 3 hezar û 200 sal in, navê pêşiyên me, nola berbejnekê di hustê xwe ve darve kiriye û gihandiye ta roja îro.

Her du çavên Şûpîlîlûîma yên beloq, nola cotek çalreş ên qozmîk, wanî miqîm jihevrevandî dinerin. Nola yekûna bobelatan di gerînekên çavan de qerisî bin.

Şeveke gelkî bê deng bû. Tingînî dihat ji bêdengiya mehşerî. Xwedêyo, çi bêdengiyeke guhkerîner! Tinng! Tinng! Tinng! Bêdengî, ji xwe re miqîm ditingiya. Meriv nizanîbû, rahêle xwe û berê xwe bide ku; ber bi ku de biçe û bikudîne. “Axxx, ne ji vî gewdê min ê nola berateya kerekî giran bûya, ma min ê ew giyana xwe li wir bihişta?! Tew hilpegulpa vî dilê bizdonek, ez gêj kirim. Na, na, ev ne dil mil e. Hebe tu nebe ev mîrkutokê daholê ye. Çi daholvanekî di ser xwe re çûyî! De binere ha! Ew qas xwe pêre berdaye, çermê daholê zîval zîvalî nekir! Tu yê bibêje qey, diya xwe siwar dike! Tobe, tobeee! Axxx! Tew vê mîrata stûna betonî ya defa sîngê min çirandî. Madem tu ew qas zexm bûyî, bêxwedîmayê (wekî va ye tu dê bimînî bê xwedî jî) ma çima te xwe li ser xwe negirt?! Zare-hewara bêdengiyê ez ker kirim. Gidîno ma qet kesek tune ji derve ku li vê bêdengiya mehşerî biqîre û xirecira bêdengiyê hiş bike?…”

Kevokên teqlebaz ên her cotek wan ji babetekî, bi rabihîstineke seyr, li ser guşeguşan ketibûn. Serê xwe ji bin baskên xwe derxistin û bi tengijînerî tev liviyan. Pir neçû, hîbehîbek hat ji bin erdê. Nola hûtê bahrê biore, nola şêr ji hinavên xwe bihurmije, nola bahozekê bihîbhîbe, nola reh û rincên daran ji bin erdê hilbeqtin…

Pêşikê avahiya borangeh li ser, hil bû jor. Paşê ber bi jêr ve çû xwar. Kevokan got qey em di xewna xwe de teqlan li xwe dixin. Kevokan, careke din per û bask li hev nexistin û nefiriyan. Çavên stêrkan li ser ezmanê lacîwert ê şikîşîn, bi sixwurîn ma li riya kevokan.

Min ji Gurzo pirsî:

– Çima tu ew qas melûl melûl dizûrî?

Gurzo got:

– Ez şîna Proteo digerînim. Bihêle ez bi dilê xwe bizûrim.

Proteo, seyê bêhngerînê yê tîma hewarê yê Meksîkayê bû. Di lêgerîna mirovên di bin loda xirbeyên erdhejê de, zêde diweste û li wê derkê can dide, dimire.

Li gorî baweriya reenkarnasyonê, dê Proteo kiras biguherîne. Hingê kî dikare bibêje, dê Proteo di kirasê mîmarekî şareza de li dinyalikê venegere. Da ku Proteo, avahiyên ji erdhejan re qaqibixo bixwîne ava bike.

Du neyarên hev yên bav û kalan; kûçik û pisîk. Piştî du erdhejên li dû hev, alên sipî hilan jor û aştîyeke mayinde ragihandin.

Pêşî kûçik bang kir û got: “Tivinga min ji te re serberjêr e!”

Pisîkê jî sonda bê fitu xwar û bi heman rengî kûçik bersivand.

Paşê, tivingên xwe di kozikên xwe de hiştin û xwe avêtin hembêzên hev du.

Pisîkê ji kûçik re got: “Ma em ew qas jî ne mir(î)hov in ku em bi aştiyeke birûmet li hev nekin!”

Kûçik got: “Heke mir(î)hov dev ji hovbûna xwe bernedin, em ê wan tevdekan bavêjin Însanyet Baxçesî.”