6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çarenivîsa hilbijartina Herêma Kurdistanê nediyare

Diviyabû ku di cotmeha 2022’an de hilbijartinên Herêma Federal a Kurdistanê pêk bihata lê ji ber pirsgirêk û nakokiyên di navbera PDK û YNK’ê de û xwesteka hêzên di nava hikûmetê de hilbijartin pêk nehat

Her çiqas biryar bû ku di meha Comteha sala 2022’yan de li Herêma Kurdistanê hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê pêk were, lê ji ber pirsgirêkên di navbera PDK û YNK’ê de û xwesteka hêzên di nava hikûmetê de hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê ji bo salekê hate paşxistin. Li gorî rewşa xuya dike dibe ku îsal jî hilbijartin pêk neyê.

Di 9’ê Mijdara 2022’yan de Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi dengê 80 parlamenteran temenê xwe heta dawiya sala 2023’yan dirêj kir. Hînceta dirêjkirina temenê parlamentoyê, sererastkirina yasaya hilbijartinê û aktîvkirina komîsyona hilbijartinê bû, lê tevî ku 4 meh derbas bûn jî hîn ji bo amadekariyên hilbijartinê ti gav nehatine avêtin.

Di 19’ê sibatê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî têkildarî hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê diyar kir ku nebûna hilbijratinê, hemû proseyên siyasî û rewatiya Herêma Kurdistanê têxe li jêr pirsan de û got: “Em ê li gel aliyên siyasî dest bi hinek hevdîtin bikin. Wê mijara hilbijartinê mijara sereke ya hevdîtina li gel aliyên siyasî û pêkhateyan be. Em girêdayî demê ne û divê dema hilbijartinê diyar bikin.”

Piştî vê peyama Nêçîrvan Barzanî, Seroka Parlamentera Herêma Kurdistanê Rêwaz Fayeq aşkere kir ku Serokê YNK’ê Bafil Talebanî ji bo îsal hilbijartin pêk were, însiyatîf daye PDK’ê û daxwaz kiriye ku polîtburoyên herdu partiyan li ser vê mijarê bicivin.

Di demekî ku PDK û YNK diyar dikin ku dixwazin îsal hilbijartin pêk were, lê Parlamenterê Herêma Kurdistanê Elî Heme Salih destnîşan kir ku wê îsal li Herêma Kurdistanê hilbijartin pêk neyê.

Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê, lihevkirina pêşwext a PDK û YNK’ê weke garantiya hilbijartinê dibîne, lê her car bi awayekê hewla çêkirina nakokiyan di navbera van herdu partiyan de tê dayîn, da ku mijara lihevkirina li ser hilbartinê û proseya hilbijartinê îsal pêk neyê.

Piştî ku PDK’ê di nava meha çileyê de bi riya şandeyekê serdana aliyên siyasî kir, wê demê ragihand ku wê serdanên wê ji bo gihîştina lihevkirina ligel aliyên siyasî ya li ser hilbijartinê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera PDK û YNK’ê berdewam bikin, lê di 21’ê sibatê de û di dema serdana PDK’ê ya li gel aliyan, Dadgeha Lêkolînê ya Asayîşa Hewlêrê ku ser bi Desteya Dadwerî ya Herêma Kurdistanê ye, nivîsek pêşkêşî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê kir û Lahor Şêx Cengî weke hevserokê YNK’ê da naskirin.

Ev biryara Dadgeha Lêkolînê ya Asayîşa Hewlêrê nakokiyên di navbera PDK û YNK’ê de aloztir kir û hevdîtinên di navbera herdu aliyan de hate rawestadin. Bi heman awayî piştî ku ji berî du rojên borî Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê YNK’ê mijara îsal hilbijartin were kirin, xistin rojevê, Dadgeha Lêkolînê ya Asayîşa Hewlêrê dubare Lahur Şêx Cengî weke hevserokê YNK’ê nas kir.

Li gorî çavdêrên siyasî, biyara Dadgeha Lêkolînê ya Asayîşa Hewlêrê ji holê rakirina rewşek aram a ji bo civînên PDK û YNK’ê û îsal lidarxistina hilbijartinê ye ku tê gotin ku ev jî xwesteka Mesrûr Barzanî ye ku naxwaze îsal hilbijartin were kirin.

Di demekî ku dema hilbijartina Herêma Kurdistanê bi nezelalî maye, Amerîka û Neteweyên Yekbûyî (NY) bi israr in ku îsal hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê pêk were û li ser mijarê PDK û YNK lihev bikin.

Li gorî yasaya Komîsyona hilbijartinê û rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê, ji bo amadekariyên hilbijartinê herî kêm 6 meh dem pêwîste. Eger îro aliyên siyasî ji bo hilbijartinê lihev bikin, ji derveyî aktîvkirina komîsyona hilbijartinê û sererastkirina yasaya hilbijartina komîsyonê divê 6 meh dem hebe.

Berdevkê Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê Şêrwan Zirar di daxuyaniya xwe ya herî dawî de, ragihand ku eger aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê heta meha Nîsanê an Gulanê lihevnekin, wê îsal hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê pêk neyê, ji ber ku komîsyon di warê teknîkî û amadekariyan de pêwîstiya wê bi 6 meh dem heye.