27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nerazîbûnên li Rojhilat û Îranê dewam dikin

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê tevî kuştin, darvekirin û gefên dewleta Îranê bê navber û bi şêwe û rêbazên cur bi cur dewam dikin.

Di ser serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê re 162 roj derbas bûn. Tevî kuştin, darvekirin û gefên dewleta Îranê jî nerazîbûnên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber dewam dikin.

Duh li Goristana Beheştî Mihemed ya li bajarê Sine, bi sedan kes li ser gora xwepêşandêrekî kom bûn û ew bi bîranîn. Welatiyan li ser gorê bê navber dirûşmeyên dijî desthilata Îranê qêriyan.

Li bajarê Çalus ya dikeve Bakurê Îranê, malbata xwepêşander Emîr Hisên Natrî ku di xwestin di roja dayîkbûna wî de bibîr bînin, rastî astengiya hêzên Îranê hat. Ji ber astengiya hêzên Îranê, merasîma bîranîn û pîrozkirina roja dayikbûna Emîr Hisên pêknehat.

Duh yek ji xwepêşanderên Beluçistanê ê bi navê Îbrahîm Rêg bi kefalet hatibû berdan û piştre carek din hatibû binçavkirin, li navendek polîsan bi êşkenceyê hate qetilkirin.

Li Zahîdanê jî gel xwestin piştî nimêja Îniyê carek din dakevin kolanan, lê hêzên Îranê bajêr dorpêç kiribûn û gef li xelkê xwarin. Hêzên Îranê li nav kolanan digeriyan û raste rast gef li xelkê dixwarin.

Divê çarçoveyê de hêzek Besîc di nav bajarê Îslamşehir de êrişî ser peymangehek fêrbûna ziman kirin û du jinên ciwan binçavkirin. Malbatên xwendevanan li ber derê peymangehê kombûn û dijî desthilata Îranê nerazîbûna xwe nîşandan.

Tevî hemû gefên dewleta Îranê, nerazîbûn û serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber dewam dike.