12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pîrê elewiyan: Ji bo vejîna mirovahiyê hewcehî bi civakîbûnê heye

Pîrê elewiyan Alî Soysuren diyar kir ku civakîbûna li xaka elewî û kurdan û zîhniyeta netewe dewletê hev nagirin û wiha got: “Divê mirov van bajaran ji hêla mîmarî û civakî ve ji nû ve ava bike.”

Alîkariyên bi rojan piştî erdhejên Mereşê tên herêmê, bi awayekî newekhev û neadilane tên belavkirin. Ji bo gundên elewiyan ne tîmên lêgerîn-rizgarkirinê û ne jî alîkarî tên şandin. Li gundên elewiyan hilweşîneke mezin çêbû û şêniyên gundan terkî qedera xwe hatin kirin. Bi vê yekê re hewl tê dayîn ku xelk neçarî koçberiyê bibe.

Pîrê elewiyan Alî Soysuren têkildarî cihêkariya li dijî elewiyan û polîtîkaya îktîdarê ya koçberkirinê bi ajansa me re axivî.

 Nêrîna xetere ya ji serdema Osmaniyan de

Soysuren, anî ziman ku jihevbelavkirina civakîbûnê weke meseleya mayîndebûna dewletê tê dîtin û wiha got: “Ji serdema Osmaniyan heta niha ev herêm weke herêmên talûke hatin dîtin û weke erdnîgariyeke divê were tunekirin hatin nirxandin. Ferasetên navendî tu caran qebûl nekirin ku kurdên elewî li van herêman bijîn. Feraseta Plana Islehkirina Şerqê jî di vê çarçoveyê de hate amadekirin. Hewl dan bi rêya zextê nasname, bawerî û civakîbûna vê herêmê tune bikin.”

Daxwazên feraseta tuneker

Bi domdarî Soysuren bi bîr xist ku AFAD’ê di navbera salên 2015-2016’an ji bo 27 hezar penaberên sûriyeyî di navbera 8 gundên kurdên elewiyan de li Terolar a Jêr wargehek ava kiriye û wiha domand: “Elewî, li dijî vê planê derketin ku dixwazin sûnîtiyê belav bikin û demografyaya herêmê biguherînin. Di bûyerên 1978’an ên Mereşê de ji gundiyên rewşa wan a aborî nebaş re gotin; ‘dikan û malên elewiyan bişewitînin. Malên wan ên we ne.’ Bi vê yekê elewî talan û qir kirin. Tiştekî teqeze ku heman feraset îro jî çav berdaye elewiyan, gundên elewiyan û xaka elewiyan. Piştî salên 80’an, dewletê rê da ku elewî bi rêyên qaçax derkevin derveyî welêt. Dewletê çav li vê digirt. Dixwest ku xelkê herêmê xaka xwe biterikîne. Ev yek bi kêr hat û roj bi roj nifûsa elewiyên kurd li vê derê kêm bû.”

 Tekane saziya dixebite ya amadekirina  pasaportan e

Di berdewamê de Soysuren anî ziman ku li herêmên erdhejê gelek saziyên dewletê xizmetê nakin û wiha pê de çû: “Lê belê Xizmetên Pasaportê berdewam in. Anku dibêjin; ‘ji vir herin.’ Yên ku li vê derê mayîn, di salên 80’î de malbatên xwe şandibûn derveyî welêt. Dizanin ku ev kes dê biçin cem xizmên xwe. Lewma dixwazin ji herêmê biçin. Piştî erdhejê qala xebatên lêgerîn-rizgarkirinê nekirin. Gotin; ‘em ê hilweşînin û jinûve ava bikin.’ Tu derdê wan ê rizgarkirina mirovan nebû. Tekane derdê wan ew bû ku bajaran hilweşînin û li gorî zîhniyeta xwe ava bikin. Mîna li Sûrê, dixwazin li vir jî avahiyên bêrûh ava bikin.”

Hemû rêyên dûrxistinê tên ceribandin

Pîrê elewiyan Soysuren got ku îktîdarê piştî erdhejê lez daye polîtîkaya koçberkirinê û ev nirxandin kir: “Ji bo gel bêçare bihêlin û ji herêmê dûr bixin, serî li her rêbazê didin. Li cihekî mîna Elbistanê tu xizmetê ji gundên elewiyan re nakin. Heke rêya gundekî xerab be, ew gund teqez gundê elewiyan e. Di mijara alîkariyê de jî heman tiştî dikin. Heke rêxistinên elewiyan, HDP, HDK, ciwan û çepa tirk ji rojên destpêkê ve li vir xebat nedabûna destpêkirin, dê ne alîkariya xurekan û ne jî ya paqijî û konan bo wan nehata şandin. Hejmara me ji ya dewletê zêdetir bû û ji wan bêhtir xebitîn. Me alîkarî gihand gundên elewî û suniyan. Mînakeke baş a piştevaniyê hat raberkirin. Ev piştevanî, ji bo kesên dixwazin vê xakê vala bikin jî bersiveke xurt bû. Dema elewî û kurd diçin metrepolan, ruhê xwe winda dikin. Divê mirov xaka xwe, dîroka xwe, bîr û rabûrdiya xwe bi însafa kesên dixwazin me tune bikin nehêlin. Em neçarin ku xwe ji hêla mîmarî û civakî ve jinûve ava bikin. Heke bên ba hev û hev bigirin, dikarin erdnîgariyeke bikarin lê bijîn ava bikin. Di erdhejê de avahî herifîn, mirov mirin lê mirovahî jî mir. Ji bo vejîna mirovahiyê hewcehî bi civakîbûnê heye. Divê em bibin yek û vê derê bi ser xwe ve bînin.”

Cemxane bûn navendên piştevaniyê

Soysuren, da zanîn ku gelek kesên ji herêmê xwe spartine cemxaneyan û wiha bi dawî kir: “Dema hêviya xwe ji alîkariyê birîn, berê xwe dan cemxaneyan. Ji rêxistiniya vê derê sûd digirin. Li cemxaneyan li şûna feraseta takekesiyê, feraseta em bi hev re dikarin çi bikin heye. Rêxistinên elewiyan ên li gel dewletê jî nekarîn ji civak û pêdiviyên civakê re bibin bersiv. Her wiha pişta xwe dan kesên ji her çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê hatin. Em ê di vê pêvajoyê de hewl bidin rêxistinên elewiyan jî ji van helwestan rizgar bikin.”