13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dixwazin xebatên rojnamevaniya kurdî bidarizînin

Parêzer Resûl Temûr diyar kir ku îdianameya derbarê nûçegihanên MA’yê û JINNEWS’ê de hatine amadekirin dixwazin ji ber nûçe û xebatên wan ên meslekî rojnamevanan ceza bikin.

Lêpirsîna Serdozgerê Komarê yê Enqereyê ku der heqê Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA’yê Berîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Denîz Nazlim, Selman Guleryuz, Emrûllah Acar û nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger ku girtî ne û nûçegihana MA’yê Zemo Aggoz û Mehmet Gunhan ê ku demekî kin li Buroya MA’yê ya Enqereyê weke stajyer xebitîbûn û negirtî tên darizandin de dabû destpêkirin, doz hat vekirin. Danişîna ewil a dozê dê di 16’ê gulanê de bê lidarxistin.

Îdianame ji 210 rûpelan pêk tê û tê de 149 nûçeyên MA’yê, îfadeyên rojnamevanan ên li dozgeriyê, îfadeyên şahidên veşarî û aşkere û dîroka PKK-KCK’ê, heye. 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku îdianameyê qebûl kir daxwaza berdana rojnamevanan red kir.

Ji ber xebatên xwe yên meslekî hatine girtin

Parêzerê rojnamevanan Resûl Temûr îdianameyê nirxand û destnîşan kir ku îdianame jî radixe ber çavan ku her 9 rojnamevan jî ji ber xebatên xwe meslekî hatine girtin û got: “Îdianame li ser nûçeyên Ajansa Mezopotamya hatiye nivîsandin. Armanca vê îdianameyê ne hiqûqî ye. Dixwazin bi îdianameyên wiha xebatên rojnamevaniya kurdî bidarizînin.”

Temûr destnîşan kir ku dozgeriyê beşek nûçeyên ji MA’yê bijartine û dixwazin li ser vê sûc û delîl peyda bikin û wiha got: “Dozger nûçeyên din ên ajansê ji nedîtî ve hatiye. Dozger dixwaze ji ber nûçeyên kurdan û pirsgirêka kurd eleqedar dike bike sedema cezakirinê. Dixwaze naveroka nûçeyan ceza bike. Bi vî awayî jî dixwaze rojnamevaniya kurdî bike hedef.