spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Amediyê bombeya fosfor hat bikaranîn

Dewleta tirk tevî biryara bêçalakiyê ya HPG’ê jî navberê nade şer û êrîşê dibe ser herêmên başûrê Kurdistanê, li gorî agahiyên ajansa ANF’ê hatiye diyarkirin ku Tirkiyeyê li gundê Sîda yê Şeladizê bombeya fosfor bikar aniye.

Ji ber erdheja çêbû HPG’ê biryara bêçalakiyê girtibû. Tevî vê biryara bêçalakiyê jî Tirkiye êrişî deverên başûrê Kurdistanê dike. Li gorî nûçeya ANF’ê kus partiye daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, Tirkiyeyê li dijî hin deveran bombeyên fosfor bikar aniye.

Beşek daxuyaniya têkildarî êrîşan hatiye dayîn wiha ye: “23’yê sibatê li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîdayê 25 caran bi bombeyên qedexekirî û topên ji madeya fosforê yên ji tankan hatin avêtin, hatin bombekirin. Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê û Girê Bahar, derdora gundê Sîda yê nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê di 23’yê sibatê de 10 caran bi balafirên şer hatin bombekirin. Her wiha qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê û Girê Cûdî û çeperên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîda û qada Çemço yên nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê 83 caran bi obus, hawan, tank û çekên giran hatin bombekirin.”