10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Amedê ji bo berhevkirina ‘delîl’an keşf hate kirin

Li Amedê ji bo delîlên di avahiyên xisardîtî de werin komkirin, kesên qisûra wan di çêkirina van avahiyan de heyî bên tespîtkirin û ji bo destpêkirin pêvajoya hiqûqî, keşf hate destpêkirin

Yek ji bajarên ku di erdhejên Mereşê de bibandorbûyî jî Amed e. Dadgeha Cezayên Silhê ya 1’emîn Amedê, kesê pispor û Baroya Amedê ji bo ji avahiyên xesareke mezin gihiştiyê û yên nîvxesar delîl bên komkirin, kesên qisûra wan di çêkirina van avahiyan de heyî bên tespîtkirin û ji bo destpêkirin pêvajoya hiqûqî, dest bi xebatên keşfê kirin.

Baroya Amedê serî li  Dadgeha Cezayên Silhê ya 1’emîn a Amedê dabû da ku heta keşf tên kirin, xebatên hilweşandina avahiyên bi xisar bên sekinandin. Dadgehê ji ewil ev serlêdan qebûl kir û piştre jî dev ji biryara xwe berda û got ku di vê mijarê de dadgehên rayedar, dadgehên kargerî ne. Dadgehê ji bo tespîtkirina sedemên hilweşînê, biryara kefşkirinê da. Biryar, bi saya hewldanên Baroya Amedê hate dayîn. Dadgeha Cezayên Silhê ya 1’emîn, kesê pispor ê dadgehê tayînkirî û Baroya Amedê ji bo komkirina delîlan, tespîtkirina kesên di çêkirina avahiyan de qisûra wan heyî dest bi xebatên keşfê kirin.

Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr têkildarî mijarê axivî û wiha got: “Em dixwazin di serî de were tespîtkirin bê ka etûda zemînên avahiyên xesareke mezin gihiştiyê bê kirin, kes û saziyên di dema çêkirina van avahiyan de xeletî û qisûriyên wan hene bên tespîtkirin. Ji bo pêvajoya cezaî û hiqûqî were destpêkirin, divê ev kar tavilê bê kirin. Em dixwazin ku kesên berpirsyartiya wan di çêkirina van avahiyan de heye tavilê derxînin holê. Divê gelê me mafên xwe bi awayekî baş bi kar bîne û ji bo bikaranîna van mafan jî em temînatê didin wan.”