19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan konên ji bo mexdûrên erdhejê hatibûn vegirtin, rakirin

Ji bo mexdûrên erdhejê yên berê xwe dabûn Mêrsînê, li navçeya Akdenîzê 14 kon hatibûn vedan. Lê belê du roj piştre polîsan bi hinceta “destûr nehatiye dayîn” ev kon rakirin.

Ji bo mexdûrên erdhejê yên berê xwe dan Mêrsînê, welatiyan di 21’ê sibatê de li taxa Kazanli ya navçeya Akdenîz a Mêrsînê 14 kon vedan. Lê belê demek piştre polîs hatin cihê konan û bi hinceta “ji bo vegirtina konan destûr nehatiye dayîn, ev der herêma karesatê nîne û divê ji walîtî yan jî qeymeqamtiyê destûr were girtin”, di 23’yê sibatê kon rakirin. Li ser vê yekê jî mexdûrên erdhejê li malên çandê yên taxên Çay û Çîlekê hatin bicihkirin.

Pirsgirêka cihê mayînê

Ji şêniyên Taxa Kazanliyê Serdar Cengîz bertek nîşan da û wiha got: “Me ev 14 kon bi saya piştevaniyê berhev kirin û vedan. Di her konê de 2-3 malbat diman. Lê belê bi hinceta destûrê rakirin. Em dikin û nakin tu wateyê nadin vê sepanê. Divê pirsgirêka cihê mayînê yê mexdûrên erdhejê tavilê bê çareserkirin.”

Parlamenterê HDP’ê yê Mêrsînê Ridvan Tûran jî rakirina konan rexne kir û ev tişt anî ziman: “Bi vê sepana xwe ve dewletê careke din zîhniyeta xwe ya qedexeker nîşan da. Dewlet, li mexdûran konan belav nake û divê dev ji vê zîhniyeta xwe ya qedexeker berde.”