19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li her aliyên Wanê ji bo meşa li dijî tecrîdê xebat tên meşandin

Ji bo meşa li dijî tecrîdê ku dê di 12’ê kanûnê de li Wanê bê lidarxistin, li gelek navçeyan xebat tên meşandin û bi gel re civîn tên lidarxistin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Meclisa Dayikên Aştiyê, dê bi mebesta protestokirina tecrîda girankirî ya li Îmraliyê, di 12’ê kanûnê de li Wanê meşeke girseyî li dar bixin. Ji bo tevlibûna meşê, bênavber xebat tên kirin. Piştî hevdîtinên bi gel re yên li Mûş, Bedlîs, Agirî û Îdirê, li navçeyên Wanê jî xebat hatin destpêkirin. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, li navçeya Elbak a Wanê, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li Erdîşê û Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî jî li Qelqeliyê bi gel re civiya.

Ozturk: Em koletiyê qebûl nakin

Di vê çarçoveyê de Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk li Taxa Qereçiya ya Elbakê bi gel re civiya. Di hevdîtinê de Ozturk anî ziman ku gelê kurd di serdemeke dîrokî re derbas dibe û wiha got: “Bi qasî derfetan, gelek xetere jî li ser me kurdan hene. Heke me yekitiya xwe ya neteweyî pêk bianiya, dê ev talûkeye îro nebûna. Weke ku hûn jî dizanin, roja ku ev dewlet hatiye avakirin heta niha dijminatiya herî mezin li kurdan dike. Gelê kurd jî dixwaze mîna gelên din wekhev û azad bijî. Lê belê li Başûr bi çekên kîmyewî êriş dikin, mirovan ji warên xwe dikin û xwezayê talan dikin. Her wiha li Rojava zarokan qetil dikikn, nexweşxaneyan bombebaran dikin û sûcên li dijî mirovahiyê dikin. Em xwe ser tu gelan re nabînin lê qebûl nakin ku di bin serdestiya kesekî de jî bijîn. Em koletiyê qebûl nakin.”

‘CPT ne cidî nêz dibe’

Bi domdarî Ozturk, got ku li dijî gelê kurd şerekî qirêjî tê kirin û wiha pê de çû: “Gelê me bedelên pir mezin da. Birçî ma, koçber bû û kete girtîgehan lê tu carî serî netewand û dê netewîne. Tekane rêyeke çareserkirina temamiya van pirsgirêkan heye ku ew jî fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Divê pirsgirêka kurd were çareserkirin ku ew jî bi guftûgoyê pêkan e. Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan ji sala 2015’an ve tê girankirin. Şirîkên van hene. Yek ji saziyên YE’yê, CPT jî şirîkê van e. Qaşo ji bo pêşîlêgirtina îşkenceyê û miameleya xerab hatiye avakirin lê dema tên Tirkiyeyê bi nêzikatiya; ‘hezir em hatine vê derê em biçin Îmraliyê jî’ nêz dibin. Ev yek nêzikatiyeke cidî nîne. Birêz Ocalan jî li dijî vê necidiyetê, derneket hevdîtinê. Hûn nikarin wiha necidî nêzî Rêberê Gelê Kurd bibin.”

Temellî bertek nîşanî tecrîdê da

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî jî li Taxa Çibûxlî ya Qelqeliyê bi gel re civiya. Di civînê de Temellî anî ziman ku zilma heyî êdî nema dikare were ragirtin û wiha dom kir: “Em ji bo maf û azadiya xwe tên ba hev û têdikoşin. Ji girtîgehan heta her qada jiyanê, li her deverê îşkence û zilm heye. Îktîdar hewl dide bi rêya vê zilmê xwe li ser lingan bigire. Bi şev û roj bombeyan li Rojava û herêmên din dibarînin. Di dema van êrişan de mafên me yên bingehîn bi qurbanî bombe, balafirû û topan dikin. Me di pêvajoya çareseriyê de dît bê ka rêya çareseriyê çi ye. Wê demê rewşa aboriyê baş bûbû û xizantî bi qasî niha nebû. Sedema başbûna wê demê jî hevdîtinên bi birêz Abdullah Ocalan re bûn. Sedema şert û mercên ewqas giran ên îro jî tecrîda li ser birêz Ocalan e.”

Bayindir: Em ê desthilatê têk bibin

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin û kesên pê re, li Erdîşê bi gel re civiyan. Hevdîtin, li eywaneke dawetan hat lidarxistin. Di hevdîtinê de Bayindir ev tişt anî ziman: “Polîtîkaya tunekirina kurdan xistine meriyetê. Lê gelê kurd jî li dijî wan pir mezin li be xwe da û dide. Têkoşîna îro, bi pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin. Daxwazên gelê kurd ên weke ziman û çandê hene. Têkoşîna me, têkoşîneke exlaqî, însanî û wijdanî ye. Êdî dem dema serkeftinê ye. Me bedelên gelek mezin dan û hêj didin. Dê gelê me teqez bi ser keve. Ji bo astengkirina daxwaza azadiyê ya gelê kurd her tiştên ji destên wan hatin kirin û dikin. Lê ev polîtîkaya wan têk çû. Êdî em di qonaxa dawî de ne û dê vê îktîdara faşîst a ku van polîtîkayên qirêjî dimeşîne têk bibin. Ev îktîdar dixwaze tevahiya çiya û deştên kurdan veguherîne qada şer.”