18 Haziran, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Encamên dorpêçkirina Şehebayê

Koçberên Efrînê yên ku berê xwe dan kantona Şehbayê û şêniyên kantonê ji bêhtirî 4 salan ve di bin dorpêça hikûmeta Şamê de ne

Koçberên Efrînê yên ku berê xwe dan kantona Şehbayê û şêniyên kantonê ji bêhtirî 4 salan ve di bin dorpêça hikûmeta Şamê de ne ku kehrebeyê ji ser wan qut dike, derbaskirina sotemeniyê qedexe dike û rê li ber derbaskirina gaz, derman û xwarinê digire. Di encama vê dorpêça zalim de  karesetên mirovî li kantonê diqewimin.Pêwîstiya gelek nexweşan bi cîhazên oksejîne heye lê ji ber tunebûna mazotê kehrebe jî qut dibe û ew cîhaz jî radiwestin.

Der barê vê yekê de, Ezdiyar Reşo bavê zarok Reşmar Reşo wiha axivî: “Di serê kurê min de nexweşî heye û nefesa wî teng dibe, ji ber wê jî pêwîstiya wî rojane bi oksejînê heye. Ji ber ku nefesa wî teng dibe û dikuxe. Ji ber nexweşiya di serî de, dem demê ji ser hişê xwe diçe. Em neçar dibin ku oksîjenê bidinê lê ji ber nebûna mazotê li herêmê, em cîhazê oksîjenê li ser batariyê pêdixin.”

Reşo destnîşan kir ku siyasetên hikûmeta Şamê û dorpêçkirina Şehbayê dibin sedema pêkhatina karesetên mirovî li dijî şêniyên herêmê.

Hêjayî gotinê ye ku ji deverên di armanca êrîşên dewleta tirk de, yek jî ev herêm e