18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyê nexweş Tahîr Gurdal jiyana xwe ji dest da

Girtiyê nexweş Tahîr Gurdal ê li nexweşxaneya Amedê rakirinê bi awayekî kelemçekirî dihate dermankirin, jiyana xwe ji dest da

Tahîr Gurdal (53) ê piştî kete girtîgehê bi nexweşiya penceşera pişikê ket û li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê bi awayekî kelemçekirî dihate dermankirin, 13 roj piştî cezayê wî hate taloqkirin jiyana xwe ji dest da. Ajansa Mezopotamyayê (MA) di 21’ê mijdarê de bi nûçeya serenavê “Nexweşê penceşêrê 19 roj in li nexweşxaneyê bi awayekî kelemçekirî tê sekinandin” servîs kir. Cezayê Gurdal ê piştî vê nûçeyê kelemçeyên wî ji destê wî ve hatibû kirin 6 mehan hatibû taloqkirin.

Gurdal ê 10 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Wanê girtî bû, ji bo dermankirinê sewqî Girtîgeha Ewlehiya Hejmara 1’an a Amedê hatibû kirin. Gurdal ê li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê bi awayekî kelemçekirî û di nav nivînan de dihate dermankirin, di 28’ê mijdarê de cezayê wî hatibû taloqkirin û hatibû berdan.

 Şertên girtîgehê ne li gor girtiyane

Kurê Gurdal, Bîrhat Gurdal ê dema bavê wî dihate dermankirin ji ajansa me re axivî bû wiha gotibû: “Beriya niha tu nexweşiyên bavê min nebûn, piştî kete girtîgehê nexweş bû. Şertên girtîgehê ne li gorî girtiyan e. Heke careke din bişînin girtîgehê wê herî zêde 15-20 rojan bijî.”