13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevserokên HDP’ê ji bo meşa sibê li Amedê tê lidarxistin banga tevlêbûnê kirin

Hevserokên HDP'ê yên Amedê Gulîstan Atasoy û Zeyyat Ceylan ji bo beşdariya çalakiya girseyî ya li dijî tecrîdê ku dê di 11'ê kanûnê de li Amedê bê lidarxistin banga tevlêbûnê kirin

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştgiriyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Dayîkên Aştiyê dê li dijî tecrîda sîstematîk a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 11’ê Kanûnê de li Amedê û di 12’ê Kanûnê de jî li Wanê çalakiyên girseyî li dar bixin.

Hevserokên HDP’ê yên Amedê Gulîstan Atasoy û Zeyyat Ceylan têkildarî çalakiya girseyî ku dê li Amedê bê lidarxistin axivîn û ji bo beşdarîbûna çalakiyê bang kirin.

‘Tecrîd ne tenê li Îmraliyê bi sînor e’

Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan bi lêv kir ku ew ê di 11’ê Kanûnê de li dijî tecrîdê û wekî fînala çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan  çalakiyeke girseyî li dar bixin û wiha axivî: “Pewistiya civakê, ya Kurdistan û Tirkiyeyê aştiyeke mayinde ye. Lê mixabin desthilata AKP-MHP’ê bi sepanên tecrîdê û êrişan şereke dijwar li dijî zindanan û bi taybetî jî li dijî gelê kurd daye destpêkirin û van pêkanînên xwe hê jî berdewam dike. Ji ber vê, em dibêjin şikandina tecrîda li ser birêz Ocalan di heman demê de pêşîvekirina li pêvajoyeke aştiyê ye jî. Ji ber vê yekê divê tecrîda li ser birêz Ocalan bê şikandin.Tecrîda li ser birêz Ocalan ne tenê bi Îmraliyê re sînorkirî ye. Li tevahiya zindanan û civakê belav bûye û şer niha li tevahiya kurdan hatiye ferzkirin. Ev şer jî, bi xwe re krîzeke pir mezin derxistiye holê.”

‘Divê tecrîd bê şikandin’

Ceylan “pêvajoya çareseriyê” ya di navbera 2013-2015’an de bibîr xist û got ku wê demê dengê birêz Ocalan ê aştiyane aramiyek di nav civakê de ava kiriye, gelê kurd û tirk xwedî li vê pêvajoyê derketine. Ceylan destnîşan kir ku desthilata AKP’ê ji bo berjewendiyên xwe pêvajoyê xirab kiriye û ev tişt anîn ziman: “Wan berjewendiya xwe di şer de dît, ji wê rojê bi şûnde jî tecrîdeke girankirî li ser birêz Ocalan hatiye ferzkirin. Em HDP û hezên demokrasiyê, parêzvanên mafên mirovan, hiqûqnas û rewşenbîr jî vê yekê qebûl nakin. Em dibêjin, çi dibe bila bibe divê tecrîda li ser birêz Ocalan bê şikandin, dengê aştiyane yê birêz Ocalan bigihîje gel û em pêşiya xwînrijandinê û şer bigrin. Ev tecrîd li ser zindanan jî hatiye ferzkirin. Divê li dijî vê yekê dengekî bilind bê derxistin ku tecrîd bê şikandin, pêşî lê bê girtin û dawî li zilm û zora li ser zindanan bê.”

Ceylan anî ziman ku dê di 11’ê Kanûnê de ji bo fînala çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan û bidawîkirina pêkanînên tecrîdê çalakiyeke girseyî li dar bixin û ji bo beşdariya li çalakiyê bang kir: “11 mehê em ê meşekê li dar bixin û piştî meşe jî em ê daxuyaniyekê bidin. Ji bo tevlîbûna li çalakiyê em hemû gelê xwe yê bi rûmet, sazî û dezgeyên civaka demokratîk vedixwînin vê çalakiyê. Tevlîbûn çi qas xurt be, em ê encameke ew qas xurt bigirin. Çalakiya di 11’ê mehê de ne çalakiya destpêkê ne jî ya dawî ye. Çalakiyên me yên demokratîk ên girseyî dê di rojên pêş de jî berdewam bikin. Heta tecrîd neşikê û pêşî li ber vî şerê qirêj ê li kurdan hatiye ferzkirin neyê girtin û deriyên zindanan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin neyên vekirin dê ev sekn û berxwedana me berdewam bike. Xebatên me yên ji bo çalakiya 11’ê mehê berdewam dikin û em hemû gelê xwe vedixwînin vê çalakiyê. Em bawer in ku dê wê rojê tevlîbûneke pir xurt, dengekî demokratîk û dengekî encamgirtî li Amedê derkeve holê.”

‘Bêdengî tecrîdê kûrtir dike’

Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulîstan Atasoyê jî têkildarî mijarê diyar kir ku çalakiya ku dê li dar bixin li dijî tecrîd û polîtikayên şerê taybet helwestek e û wiha got: “Ev çalakî dê peyam û helwesta ku dê pirsgirêka kurd çawa çareser bibe, nîşan bide. 21 meh in tecrîdeke kûr heye û li dijî vê tecrîdê bêdengiyek di nav siyasetmedaran de heye. Helbet kesên ku qala edalet û mafê mirovan dikin kêmasiya wan jî heye. Zêdetirî 600 girtiyên nexweşînên giran li wan peyda bûne hene û bi awayekî kêyfî nayên berdan. Di heman demê de şer heye, lê ev binpêkirina mafan û şer ne di rojeva wan kesan de ye ku ji xwe re dibêjin ’em demokrat in.’ Helbet ev yek bi vê tecrîdê re giredayî ye û bêdengiya wan jî tecrîde kûrtir dike.”

‘Em di pêvajoyeke dîrokî de ne’

Atasoyê di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ew di pêvajoyeke dîrokî de derbas dibin û wiha pê dê çû: “Bi taybetî pirsgirêka kurd û hemû pirsgirêkên civakê dikarin di vê pêvajoyê de çareser bibin. Heke xwedîderketineke xurt pêk were û hemû beşên civakê bi hev re bitêkoşin, em bawer in ev pêvajo dê veguherê serdemeke nû. Ji bo girîngiya pêvajoye bê destnîşankirin, li Amedê em mal bi mal digerin û her tim bang li raya giştî dikin.”

Banga ji bo beşdarbûnê

Atasoy di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku polîtikayên tecrîdê û şer herî pir bandorê li jinan dikin û ji bo tevlîbûna li çalakiya Amedê  bi taybetî jin, bang her kesî kir û got: “Êrişên zayendî û nijadperest li dijî siyasetmedarên jin, dûrxistina jinan a ji hemû qadên civakî û siyasî, êrişên li dijî destkêftiyên jinan hemû girêdayî polîtikayên şer û tecrîdê ne. Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dirûşmeya “Jin jiyan azadî” olan dide û ev dirûşme bûye wekî şiyara bidestxistina maf û azadiyên jinê. Yên ku ew dirûşme avakirine jî jinên kurd bûn. Tu zext û tundî nikarin pêşiyê li têkoşîna jinan û dirûşmeya, ‘Jin jiyan azadî’yê bigrin. Ji bo civak azad bibe, demokrasî û edalet pêk were, divê jin pêşengiya vê tekoşînebikin. Ji ber vê yekê, ji bo meşa ku dê bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî”yê pêk were, banga me bi taybetî ji bo jinan, gelê Amedê û rêxistinên demokratîk ev e ku tevlî çalakiyê bibin. Kesên ku daxwaza edalet û azadiyê dikin divê tevlî çalakiya Amed û Wanê bibin.”

Tecrîda girankirî

Hêjayî gotinê ye ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 24 sal in di Girtîgeha Îmraliyê ya Tipa F’yê de bi awayekî girankirî tê tecrîdkirin. Serlêdanên hevdîtinê yên malbatê û parêzeran jî bi hincetên wekî “cezayê dîsîplînê” tên astengkirin. Herî dawî Komîteya Pêşîgirtina Li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT), daxuyandibû ku di 20-29’ê Îlonê de serdana Girtîgeha Îmraliyê kiriye, lê têkildarî Ocalan û her sê girtiyên din ên di Girtîgeha Îmraliyê de tiştek bi raya giştî re parve nekiribû. Bereksê vê parêzerên Ocalan jî diyar kiribûn ku Ocalan hevdîtina bi CPT’yê re red kiriye. Piştî vê gelek derdoran bertek nîşanî vê helwesta CPT’yê dan.