3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Eulalia Reguant: ‘Gelê Katalan bi Kurdan re ye‘

Katalonya yekane parlamento ye ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas dike. Ev di bin bêdengiya piraniya partiyên siyasî de, gefên Balyozxaneya Tirk jî bi xwe re tîne.

Parlamenter Eulalia Reguant ku li Parlamentoya Katalan nûnera partiya CÛP a alîgira xweseriyê ye, êrîşên Tirkiyeyê yên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke binpêkirina hiqûqa navneteweyî ya bi awayekê sîstematîk bi nav kir. Requant peyama ‘Gelê Katalan bi Kurdan re ye‘ da.

Reguant anî ziman ku Tirkiye bi salan e, weke ku li Bakur bi awayekî sîstematîk dike, gefan li projeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe û êrîşê Kurdan dike û got: “Rejîma Erdogan niha bi bêdengiya civaka navneteweyî û bi taybetî dewleta Spanyayê ku bi Tirkiyeyê re li têkiliyên xwe yên leşkerî dewam dike, herêmê bombebaran û dagir dike. Binpêkirina sîstematîk a hiqûqa navneteweyî cidî û bi fikar e û weke ku sûd ji baldariya li ser şerê Ukraynayê bê girtin, pêk tê.”

Reguant diyar kir ku Katalonya yekane parlemento ye ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas dike û got “Ev rewş rê li ber gefên balyozxaneya tirk re jî vedike. Em binpêkirina hiqûqa navneteweyî ji aliyê Erdogan ve şermezar dikin.”

Reguant qala têkîliyên Tirkiyeyê yên bi DAIŞ’ê re jî kir û wiha pê de çû: “Ji zû de ye ku guman hene ku têkîliyên rejîma Tirk û DAIŞ’ê yan jî, Erdogan DAIŞ’ê li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne. Ji bo ku li herêmê şer bike û ji vê rewşê sûd bigire, rewşeke cidî û cihê şermezariyê ye. Ev nîşaneya aliyê wî yê herî otorîter û despotîk e. Divê ev rastî, ji bo ku civaka navneteweyî dest ji bêdengiya xwe berde û beriya her tiştî têkîliyên xwe yên bi Erdogan re qut bike, li ser lîsteya binpêkirina hiqûqa navneteweyî ya demdirêj bê zêde kirin.”

Reguant destnîşan kir ku bêdengiya cîhanê ya li hemberî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, xiyaneta li nirxên demokratîk e û ragihand ku ev rewş nîşaneya kalîteya demokratîk a li Ewropayê ye.

Reguant axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Parlamento û Katalanan weke ku berî zêdeyî salekê anîn ziman, bi berxwedana Kurdan re ne û bûne parêzvanên projeya konfederalîzma demokratîk û nirxên wê.“

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Katalonya yekane parlamento ye ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas dike. Ev di bin bêdengiya piraniya partiyên siyasî de, gefên Balyozxaneya tirk jî bi xwe re tîne.