5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qeyûmê şaredariya Mêrdînê erdê qada tenduristiyê da ber firotinê

Şaredariya AKP'î ya Artûklûyê, ji bo merasîma vekirinê ya li Mêrdînê ku dê Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan tev li wê bibe, bi fermana walîtiyê qada tenduristiyê da ber firotinê

Şaredariya AKP’î ya Artûklûyê, ji bo merasîma vekirinê ya li Mêrdînê ku dê Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan tev li wê bibe, bi fermana walîtiyê qada tenduristiyê da ber firotinê.

Serokkomar Tayyîp Erdogan dê di 17’ê kanûnê de li Mêrdînê tev li merasîma “vekirina giştî” bibe. Bernameya Erdogan dê li Parka Karayollariyê bê lidarxistin. Beriya bernameya Erdogan avahiya xizmetê ya Serokatiya Daîreya Xizmeta Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a li Parka Karayollariyê, ji bo firehkirina qada mîtîngê hat xerakirin û her wiha ji bo hejmara vekirina cihan bê zêdekirin jî şaredariyên AKP’î û qeyûm ketine nava liv û tevgerê.

Çarçoveya bernameya vekirinê de hê nediyar e ku dê Erdogan li Mêrdînê veke. Lê hat hînbûn ku yek ji projeyên ku dê bê vekirin “Bernameya Piştgiriyê ya Avahiyên Kesên Hevjînê Wan Mirine” be. Ji bo avahiya vê yekê bê çêkirin, di îlona 2022’yan de hatiye xwestin ku Serokatiya Weqfa Alîkarî û Piştevaniyê ya Civakî parsela Hejmara 3’yan a li Taxa Yalimê tahsîsî Şaredariya Artûklûyê bê kirin. Lê belê ev daxwaza di meha Îlonê de wekî pêşniyaza firotinê ya Meclîsa Şaredariya Artûklûyê hat şandin. Ji ber ku ev parsel qada Tesîsa Tenduristiyê ye, ji ber îtiraza endamên AKP’î û HDP’î yên Şaredariya Artûklûyê firotina wê nehat pesendkirin.

Li gorî agahiyên ku bi dest ketine, piştî biryara meclîsê Waliyê Mêrdînê û Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mahmût Demîrtaş, hevdîtin bi endamên AKP’î yên Meclîsa Şaredariyê re kiriye û xwestiye ev qada daxilî nava bernameya Serokkomar Erdogan bibe û ferman daye ku ev daxwaz li Meclîsa Şaredariyê bê qebûlkirin. Piştî vê heman daxwaz di civîna meha Mijdarê ya Meclîsa Şaredariya Artûklûyê de wekî “firotinê” bûye rojev û ji aliyê endamên AKP’î ve hatiye qebûlkirin û biryar hatiye dayîn ku şaredarî vê qadê bifiroşe Weqfa Alîkarî û Piştevaniyê ya Civakî.

Her wiha ji ber ku qada navbirî Qada Tesîsa Tenduristiyê ye, biryar hatiye dayîn kir statuya wê jî bê guherandin. Ji ber vê statuya wê wekî Qada Avahiyên Civakî hatiye guherandin.