28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Hezexê dîsa wesayît li zarokekê qelibî

Zaroka 7 salî R.B a li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê dema dixwest derbasî aliyê din ê rê bibe, wesayît lê qelibî û birîndar bû.

Li navçeya Hezexê ya Şirenxê zaroka 7 salî R.B. ku li xaçerêya li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê derbasî aliyê din ê rê bibe, wesayît lê qelibî. Gazî tîmên tenduristiyê hat kirin û zarokê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê. Piştî mudaxileya ewilî zarokê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiya. Hat zanîn ku rewşa R.B. xedar e û li beşa nihêrîna awarte tê tedawîkirin. Hat diyarkirin ku şofêrê wesayîtê hatiye binçavkirin.

Welatiyan li cihê bûyerê ji ber tevdîr nayên girtin, demek dirêj rê li trafîkê girtin û protesto kirin.

Hefteya bihûrî jî li heman cihî wesayît li 2 zarokên xizmên hev qelibîbû û canê xwe ji dest dabûn.