6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xelkê Mexmûrê li hemberî dorpêçkirinê li ber xwe dide

Meclîsa Gel a Mexmûrê piştî hevdîtina bi rayedarên Iraqî re daxuyaniyek da û got: “Em ê îradeya xwe teslîm nakin û em ê li hember dorpêçkirinê li ber xwe bidin.”

Piştî ku artêşa Iraqê hewl da bi wesayîtên zirxî û leşkerî bikevin Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), têl û kuleyan deynin, gel herikîn pêşiya wan û artêşa Iraqê dan sekinandin.

Li ser vê yekê şandeyeke xelkê Mexmûrê bi rayedarên Iraqî re hevdîtin kir. Piştî hevdîtina bi saetan li ser navê Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Fîlîz Bûdak derket pêşberî gel û axivî.

‘Wekî ku pirsgirêk tenê danîna kuleyan be’

Bûdak bal kişand ser van xisûsan: “Artêşa Iraqê bi leşker û polîsan û leşkerê xwe ve xwest derdorê dorpêç bike, vîn û îradeya me ji nedîtî ve bê. Em gelê Mexmûrê nêzî 30 sal in me îradeya xwe radestî kesê nekiriye, em nakin. Hikumeta Iraqê ti pirsgirêkên me çareser nake, ewlehiya me naparêze û niha dixwazin li dora wargehê kuleyan deynin. Her weke ku ti êrîşên esmanî ser wargehê nebe, dîsa bê pirsgirêk be, pêwîstiyên jiyanî nîne, tenê pirsgirêka ew e ku kuleyan deynin dora wargehê.

Em îradeya xwe teslîm nakin’

Ev saetek em bi hev re dişêwirin, diyar dikin ku bi israr wê kuleyan deynin. Ew îdîa dikin ku gel vê dixwazin. Me jî ji bo wan got; gel xwedî îrade ye û li vir e. Ev gel qebûl nake, 30 sal in têkoşîn dike. Tevî hemû nîqaş û gotûbêjê israr dikin ku kuleyan danin. Em jî weke civak gav bi şûn ve navêjin. Em îradeya xwe teslîmî wan pêşmergeyên ku werin li van kuleyan bisekinin, nakin. Gel li vir e, biryar a gel e. Tişta ji bo me bimîne berxwedan e em bikin. Pêwîst bike em ê bi şev û roj li vir rûnin. Em îradeya xwe teslîm nakin. Me îradeya xwe teslîmî dewleta Tirk nekiriye, teslîmî Iraqê jî nakin. Berxwedan jiyan e, yên ser bikevin em in. Rojava, Şengal bi ser ket wê Mexmûr jî bi ser bikeve.

Piştî daxuyaniyê dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Mexmûrê’ hatin berzkirin. Bendewariya gel a li bin konan dewam dike.