17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îbrahîm Kaypakkaya li ser gora xwe hat bibîranîn

Yek ji pêşengên tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê Îbrahîm Kaypakkaya li Çorûmê di 50'emîn salvegera qetilkirina li ser gora xwe hat bîranîn.

Di 50’emîn salvegera qetilkirina damezrînerê TKP/ML-TÎKKO’yê ku yek ji pêşengên tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê ye Îbrahîm Kaypakkaya hat bibîranîn.

Bîranîna li ser gora Kaypakkaya ya li gundê Karakaya ya navçeya Sungurlu ya Çorumê hat lidarxistin, ji bo kesên di têkoşîna şoreşê de şehîd bûne, merasim bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî deqîqeyek rêzgirtinê endamên Partîzan daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “18’ê Gulanê ji bo tevgera şoreşgerî ya Tirkiyeyê yek ji rojên girîng e ku Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer û hevalên xwe li zîndana Amedê xatirê xwe ji nemiriyê xwestin. Dewleta ku difikire ku wê bi qetilkirinê wan tine bike, dibîne ku agirê berxwedana mezin a Îbrahîm, Hakî û hevalên wan her di 18’ê Gulanê de geş dibe û bi kîn û nefret êrîş dike. Tevî her tiştî jî ev agirê berxwedanê geş dibe. Heya ku îstîsmar û zordariya li ser girseyan bidome, agirê berxwedana kesên ku hêviya rizgariyê dimeşînin, wê desthilatdaran bitirsîne heya ku em wan tune bikin.”

Bîranîna li ser gora Kayapakkaya bi berzkirina dirûşman û meşê bi dawî bû.