4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Leşkeran îşkence li girtiyê nexweş ê ji Rojava kirin

Zekeriya Muhammed ê li Girtîgeha Hîlwanê girtî bû, li nexweşxaneya ku ji bo dermankirinê çûbû ji hêla leşkeran ve rastê tundiyê hat

Zekeriya Muhammed girtiyek ji rojavayê Kurdistanê ye. Li Girtîgeha Hîlwana Rihayê ya Tîpa T’yê tê ragirtin. Leşkeran ji bo tedawiyê ew ji girtîgehê birin nexweşxaneyê. Leşkeran lêda û tundiyê lê kirin. Muhammed bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” girtî ye û 2 sal in Girtîgeha Hîlwanê ye. Hat zanîn ku qirika wî êşiyaye û leşkeran ji bo tedawiyê ew birine Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê. Li gorî hat gotin, leşkeran li hucreya girtiyan a nexweşxaneyê bi qundaxa sîlehên xwe lêdane.

Bi qundaxa sîlehê lêxistin

Vefa, diyar kir ku li ber deriyê doktor tiştek bi Muhamed re nehatiye kirin û piştî demekê 15-20 leşker ketine hundir û dest bi lêdana Muhammed kirine û wiha got: “Leşkeran bi qundaxa sîlehê li serê wî dan û di encamê de serê Muhammed şikestiye. Leşker wî bi vî halî dixin rîngê û vedigerînin girtîgehê. Dema ku ew vedigerin girtîgehê, ji wî tê xwestin ku bikeve girtîgehê. Lê belê gardiyanên girtîgehê dibêjin ku ew ê nikaribin Muhammed bi vî halî bigirin, her kesê ku ji girtîgehê veguheztin nexweşxaneyê bila bi fizîkî neyê lêdan û ji avahiya fizîkî ya wî dezenformasyon neyê kirin. Piştre hem dozgerê girtîgehê hem jî rêveberiya girtîgehê agahdar dikin û dozgerê girtîgehê jî dibêje ku ew nikarin wî bi vî halî bigrin, divê rakin nexweşxaneyê û raporê bistînin.”

Serdozgeriyê lêpirsîn da destpêkirin

Vefa, anî ziman ku li gorî agahiyên hatine bidestxistin leşkeran li ber xwe dane ku Muhamed nebin nexweşxaneyê, lê komeke din jî bi talîmata dozgerê girtîgehê Muhamed birin Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê û got, “Li vir mudaxeleya yekemîn dikin û li serê wî didrûn. Piştre doktor rapora êrîşê dide. Leşkerên li wirpeywirdarin  hewl didin zextê li doktor bikin da ku bijîşk vê raporê nede. Lê li gel vê tundiyê dîsa jî rapor derketiye. Paşê Muhammed vedigerînin girtîgehê. Memûrên girtîgehê yên li wir bûn bi raporekê wî birin hundir. Rayedaran gotin, “Dema Zekerya Muhammed ji vir sewqî nexweşxaneyê hat kirin ti pirsgirêk derneket. Lê niha raporekê amade dikin û dibêjin, ‘Em vê yekê li hundir bi lêdanên eşkere li rûyê wî qebûl dikin.’ Piştî amadekirina vê raporê, dozgerî derbarê vê bûyerê de lêpirsîna îdarî û edlî dide destpêkirin.

Dê gilî bê kirin

Vefa diyar kir ku der barê bûyera li Girtîgeha Hîlwanê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û wiha got: “Em ê pêşî xwe bigihînin belgeyên wê dosyayê. Zekeriya Muhammed ne tenê rastî tundiya kesekî, rastê tundiya komekî hatiye. Ji ber vê yekê jî em ê der barê kesên ku berpirsyar de serlêdana sûcê bikin.”