spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikên Şemiyê li Stenbolê hatin binçavkirin

Dayikên Şemiyê ku ji bo aqûbeta xizmên xwe yên ji aliyê hêzên dewletê ve hatine windakirin bipirsin li Qada Galatasarayê ya Stenbolê hatin cem hev. Dayikên Şemiyê careke din ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin bipirsin û dixwazin kujer bên darizandin di hefteya 947’an de li Qada Galatasarayê hatin cem hev. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Mûsa Pîroglu, Seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Şaxa Stenbolê Ûmît Efe jî tev li çalakiya Dayikên Şemiyê bûn.

Dema kom hatin Qada Galatasarayê, ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin û bi mertalan dora wan hate girtin. Rojnamegerên ku nûçe dişopandin jî bi darê zorê ji qadê hatin derxistin. Eren Keskin û Ûmît Efe jî di nav de herî kêm 10 kes hatin binçavkirin.