3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Idlibê serçeteyek din hat kuştin

Artêşa Amerîkayê bi daxuyaniyekê da zanîn ku wan bi operasyonekê li Idlibê Ebû Hemza El Yemenî kuştine. Ebû Hemza El Yemenî rêveberekî xuya yê tevgera (Huras El Dîn) a girêdayî El Qaîdeyê ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di encama vê operasyonê de sivîlan ziyan nedîtiye û ew kesê mijara gotinê dema ku bi motosiklêtê ji deverekê diçû ya din di rê de hatiye kuştin.  Her wiha di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser wê yekê ku Sûriyeyê ji bo rêxistinên radîkal ên wekî DAIŞ û El Qaîdeyê hîna jî ji bo Amerîka û hevpeymanên wê wekî gefekê ne, Axa Sûriyeyê ji xwe re wekî bargehekê bikar tînin û planên êrîşên deverên din jî li wir tê amadekirin.

Hêjayî gotinê ye ku gelek deverên Sûriyeyê bûye wekî hêlîna çete û çekdarên radîkal ên ku her dem ji bo hemû gelê Sûriyeyê û Rojhilata Navîn wekî gefekê ne. Beriya niha jî 3 serok û serkêşên rêxistina DAIŞ’ê li herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê hatin kuştin.  Ev jî tê wateyê her çendî ku niha li wan herêman komên çekdar bi navê cuda tevdigerin lê piraniya wan çekdarên radîkal ên rêxistinên wekî DAIŞ û El Qaîdeyê ne.