17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bazara NATO’yê dîsa li ser kurdan e

Wê îro lîderên welatên NATO’yê li paytexta Ispanya Madrîdê li hev bicivin. Civîn wê heta 30’ê hezîranê berdewam bike. Mijarên sereke yên di civînê de werin nîqaşkirin şerê Rûsya yê li dijî Ukraynayê û mijara tevlîbûna Finlanda û Swêdê ya NATO’yê û nerazîbûna dewleta tirk a li dijî vê tevlêbûnê ye.

Her çendî di daxuyaniyên beriya lidaxistina civînê de mijara alîkariya Ukraynayê û sekna li dijî Rûsyayê hate daxuyandin jî ji daxuyaniyên rayedarên dewleta tirk diyar e ku mijara sereke ya nîqaşan wê dîsa bazara li ser kurdan be.

Li gorî rayedarên tirk ji bo Tirkiye endamtiya Fînlanda û Swêdê red neke divê ew her du welat helwesta xwe ya li dijî rêxistinên weke PKK/YPG, DHKP-C û FETO’yê zelal bikin. Rê nedin ku ew rêxistin li welatan wan tu tevger û çalakiyan pêk bînin. Her wiha divê ew her du welat ambargoyên çekan ji ser Tirkiyeyê rakin.

Hem serokkomar Tayip Erdogan hem jî berdevkên hikûmeta wî di hemû daxuyaniyên xwe yên beriya civînê de behsa bazara li ser kurdan kirin. Erdogan, beriya çend rojan der barê civînê de wiha gotibû: “Helwesta me ya li dijî tevlîbûna Fînlandiya û Swêdê nehatiye guhertin divê ew helwesta xwe li dijî ‘terorê’ zelal bikin.”

Bervekê Serokomariyê Îbrahîm Kalin jî beriya civînê ev yek anîbû ziman û ev bang li Swêd û Fînlandayê kiribû: “We siyaseta xwe ya bêalîbûnê ya 200 salan da aliyekî û hûn dixwazin tev li tifaqeke leşkerî bibin, we ev guhertina mezin kir. Lê divê hûn helwesta xwe ya der barê rêxistinên weke PKK û yên girêdayî wê YPG, PYD û yên din jî biguherînin û li dijî wan tevbigerin.”

Gelek daxuyaniyên bi vî rengî ji aliyê rayedarên hikûmeta AKP/MHP’ê ve hatin dayîn. Di hemû daxuyaniyan de ji her du welatan hat xwestin ku di eniya li dijî kurdan de cih bigirin û di şerê li dijî kurdan de bibin alîgirê dewleta tirk.

Lewre di civîna van her du rojan de jî dê bazara sereke li ser kurdan be. Ne tenê rayedarên tirk wê hin rayedarên welatên din ên NATO’yê jî di vê bazarê de cihê xwe bigirin û hewl bidin ku Swêd û Fînlandayê jî bikişînin nava refê welatên ku di şerê li dijî kurdan de rol digirin.