18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Îranê 2 kesên din hatin bidarvekirin

Rejîma Îranê Muhammed Mehdî Kerîmî û Seyîd Muhammed Huseyînî  bi hêceta têkiliya wan di kuştina Besîcekî li bajarê Kerec de hebûye hatin darvekirin

Di 16’ê îlonê de jina kurd Jîna Emînî li Îranê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin. Piştî qetilkirina Emînî gelê kurd ê rojhilatê Kurdistanê li dijî rejîma Îranê serî hildan û niha bi têvî hemû gelê azadîxwaz serhildan hê jî didome. Wek bi sedan kes Muhammed Mehdî Kerîmî û Seyîd Muhammed Huseyînî jî ku bi hêceta tev li çalakiyan bûne hatibûn girtin, bi îşkenceya giran re rûbirû man vê sibehê hatin darvekirin. Bi darvekirina Kerîmî û Huseyînî re hejmara çalakvanên ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin derket 4’an.

Înternationala Îranê diyar kir ku tê gotin Kerîmî û Huseyînî ji kuştina endamê Besîcê Ruhollah Ajamian tên tawanbarkirin û li ser biryara Dadgeha Bilind a Îranê her çiqas kampanya ji bo wan hatibû destpêkirin jî hatin darvekirin. Ruhollah Ajamian ku endamê çeteyên paramîlîter ê endamê Besîcê ye. Têkildarî kuştina vî kesî di meha mijdarê de li 5 kesan cezayê darvekirinê hatibû birîn û li 11 kesan jî cezayên dirêj ê hefsê hatibû birîn.

 Jinên girtî greva birçîbûnê dabûn dest pê kirin

Piştî biryara darvekirinê hatibû dayîn li Girtîgeha Karajê jinên girtî li dijî biryara darvekirinê greva birçîbûnê dabû dest pê kirin û ev 14 rojin didome. Dîrektorê Têkiliyên Gel ê Dadgeha Bilind Amir Haşimî vê sibehê li ser qenala Telegramê ya Ajansa Nûçeyan a Darazê ragihand ku Kerîmî û Huseyînî hatine darvekirin.

Muhemmed Mehdî Kerîmî ji bajarê Bîcar a girêdayê eyaleta Sinê ya Kurdistanê ye.Di dema xwepêşandanan de hatibû binçavkirin û bi kuştina Besîcîyekî dihate tawanbarkirin.