3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbatên qurbaniyan di sêyemîn salvegerê de banga xwepêşandanan kirin

Malbatên qurbaniyên balafira Ukraynayê ya ku di 8 çileya 2021’ê de ji alî pasdaran bi fûzeyan hatibû xistin, bang kirin ku li Îranê û hemû cîhanê dest bi xwpêşandanan bikin

Bi boneya sêyemîn salvegera xistina balafirekê bi mûşekên pasdarên Şoreşê û kuştina hemû rêwiyan wê, banga xwepêşandanan û xwedîderketina li malbatên qurbaniyan hate kirin.

Malbatên qurbaniyên balafira Ukraynayê ya ku di 8 çileya 2020’î de ji alî pasdaran bi fûzeyan hatibû xistin, bang kirin ku li Îranê û hemû cîhanê dest bi xwpêşandanan bikin.

Komeleya Malbatên Qurbaniyên Balafira Ukraynayê beriya niha bi munasebeta sêyemîn salvegera xistina balafira Ukraynayê bang li hemwelatiyên hemû bajarên cîhanê kiribû ku beşdarî kombûnê bibin.

Komeleyê li ser hesabê xwe yê dijîtal evpeyman nivîsîbû: “Dê edalet bi ser bikeve. Di sêyemîn salvegera sûcê xistina balafira Ukraynayê de û ji bo piştevaniya bi serhildana gelê Îranê re, di 8’ê Çileyê de li seranserê cîhanê beşdarî meş û xwepêşandanan bibin.”

Heta niha li bi dehan welatên cîhanê civîn hatine koordînekirin. Di nav de li Swîsre, li bajarên Koln, Munchen, Bonn, Stuttgart, û Nurnberg li Elmanyayê, li Macarîstanê û li çend bajarên Kanada yên wekî Ottawa, Toronto, Avusturya, Zelanda Nû, Fînlandiya, Îtalya, Japonya, Hollanda û Estonyayê . her wiha li çend bajarên Awustralya wek Melbourne, Sydney, û hejmarek ji bajarên Swêd, Norwêc, Komara Çek, Spanya, Fransa, Luksemburg, Brîtanya, Portekîz û Belçîkayê.