12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Îranê her 14 saetan kesek tê bidarvekirin

Li gorî amarên nû, hejmara kesên ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine bidarvekirin, ji destpêka zivistana îsal ve li gorî 15 salên borî ji sedî 24 zêde bûne û di her 14 saetan de kesek tê bidarvekirin.

Navenda Amaran a Îranê di rapora xwe ya nû de aşkera kir ku hejmara kesên ku li rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine bidarvekirin, ji destpêka zivistana îsal ve li gorî 15 salên borî ji sedî 24 zêde bûne.

Li gorî amaran, di navbera salên 2008-2022’yan de di her 17 saetan de kesek hatiye bidarvekirin. Lê ji destpêka 2023’yan ve ji ber zêdebûna hejmara kesên tên bidarvekirin, di her 14 saetan de kesek tê bidarvekirin.

Li gorî heman amaran, ji destpêka sala 2008’an ta niha herî kêm 7 hezar 850 kes li Îran û rojhilatê Kurdistanê hatine bidarvekirin.

Îsal 113 kes hatin bidarvekirin

Di raporê de tê aşkerakirin ku di nava 65 rojên destpêkê yên îsal de herî kêm 113 kes li Îranê hatine bidarvekirin.

Tê diyarkirin herî zêde li Tehran, Elburz, Urmiye, Xuresan, Rezewî, Sîstan û Belûçistan cezayên bidarvekirinê tên bicihanîn.

Li gorî rapora Rêxistina Efûya Navdewletî, Îran piştî Çînê di rêza duyem a welatên ku herî zêde cezayê bidarvekirinê lê tê bicihanîn de cih digire.

Li aliyê din li gorî amaran, di nava du mehên borî de herî kêm 22 welatiyên kurd li rojhilatê Kurdistanê û bajarên din ên Îranê hatine bidarvekirin. Ji van herî kêm 5 kes girtiyên siyasî ne û 28 kesên din jî girtiyên edlî ne.

Her wiha piştî serhildana ‘Jin, jiyan, Azadî’ destpêkir û şûnde 4 xwepêşander hatine bidarvekirin, ji van yek kurd e û cezayê bidarvekirinê li zêdetirî 110 kesan hatiye birîn.